ŞIRNEX/MÊRDÎN - Hevşaredarên Qilebanê Zeynep Uren û Yûnûs Urek hatin binçavkirin. Hevşaredarên Nisêbînê sewqî dozgeriyê kirin. Ji 10 kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin jê 8 kesên din jî hatin girtin.
ŞIRNEX
Hevşaredarên navçeya Qileban a Şirnexê Zeynep Uren û Yûnûs Urek serê sibê hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku serê sibê polîsan bi ser mala herdu hevşaredaran de girt û ew binçavan kirin û birin midûriyeta polîsan. Hevşaredar Uren û Urek li Miduriyeta Polisan a Qilebanê tên ragirtin. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.
MÊRDÎN
Hevşaredarên Nisêbînê Cengiz Kok û Sara Kaya jî di navde 12 kesên di 13'ê Çile de hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin û 8 kes hatin girtin. Di 13'ê Çile de polisan Hevşaredarên Nisêbinê Cengîz Kok û Sara Kaya jî di navde 12 kes binçav kiribûn. Ji 12 kesên sewqî dozgeriyê kirin jê Ramazan Aktaş û Suleyman Akin hatin berdan û 8 kes jî hatin girtin. Kesên hatin girtin navê wan wiha ye: Serokê Seyit- Derê ya bi KHK'ê hat girtin Abdullah Ongun, Hevserokê DBP'ê Siraç Dinç, Rêveberê DBP'ê Abdullah Yilmaz, Cevdet Akat û Îsmet Akat, Celal Cengiz, Şakir Ay û kesekî navê wî nehat zanîn.
Li aliyê din îfadeya Hevşaredar Sara Kaya û Cengîz Kok a li dozgeriyê didome.