Fikara qeyûm a ewlehiyê!

MÊRSÎN - Hamdî Bîlge Aktaş ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin bi hinceta "ewlehiyê" kevotên li ber şaredariyê da jêkirin.

Qeymeqam Hamdî Bîlge Aktaş ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hat kirin pekanînên wekî qeyûmên li bajarên kurdan xist dewreyê. Qeyûmê ku berê jî peymana 11 xebatkarên şaredariyê fesh kir, panoya ku navên zarokên hatine qetilkirin li Ozgur Çocuk Parki rakir herî dawî jî bi hinceta "tehdîda ewlehiyê" kevotên li ber şaredariyê jê kir. Hate hînbûn ku hemû nebat û gihayên li ber şaredariyê li ser îhtîmala ku tiştek li hundirê wan bêcihkirin hatine jêkirin.

Karkeran diyar kirin ku fermana nebat xetere ye ji ber vê yekê jî nebatên kin bên çandin girtine. Li aliyê din bi tayînkirina qeyûm ve malpera fermî ya Şaredariya Akdenîzê hate girtin û malpera nû hate vekirin, hemû daneyên li malperê jî jî birine.