Di operasyona Mertalên Firatê de 53 leşkerên TSK'ê mirin

ENQERE - Hêzên Çekdar a Tirk (TSK), bîlançoya 6 mehên operasyona Mertalên Firatê ya dersînor aşkere kir û diyar kir ku 53 leşkerên wan jiyana xwe ji dest daye. Hikûmetê mehek berê gotibû heta hefteyekî Bab dê bikeve. Lê roj bi roj şerê li dora Babê mezin dibe.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li ser fermana Serokomar Tayyip Erdogan û Hikûmeta AK Partiyê di 24'ê Tebaxa 2016'an de bi navê Mertalên Firatê sînor derbas kir û ket axa Cerabluse. TSK'ê bîlançoya operasyonê aşkere kir û diyar kirin ku di vê pevajoyêde 53 leşkerên wan jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daneyên TSK'ê di operasyona Mertalên Firatê de heta niha 53 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.

TSK'ê herî dawî di 10'ê Kanûna 2016'an de li dijî Babê operasyon dabû destpêkirin. Piştî operasyona Babê di roja 12'an de 16 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan. Di şerê dijwar de Serokomar Tayyip Erdoğan di 24'ê kanûnê de got "Karê li El Babê dê heta hefteyekî biqede. Bab dê bikeve. Lê mehek di ser daxuyaniya Erdogan û hikûmetê re derbas bû hêj TSK û hevkarê wê OSO neketine nava Babê û roj bi roj şerêli dora Babê girantir dibe. Li gel ku DAÎŞ'ê wêne û dîmenên şewata 2 leşkerên tirk bi raya giştî re parve kirin jî hêj hikûmetê der barê van wêne û dîmenan de tu daxuyanî nedaye.

Di vê pêvajoya ku şerê li El Babê didome planên ku di civîna Astana ya agirbestê jî nîşan dide ku hesap û planên Tirkiye yê li Sûriye pûç derketiye.