Rûsya heyeta PYD'ê dawêti Moskova kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoeya hevdîtinen Rûsya û Sûriye de Rûsya heyeta PYD'ê dawetî Moskova kir. Nûnerê Fransa yê PYD ku niha li Moskova ye Halit Îsa, diyar kir ku diçarçoveya hevdîtinan de hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim dawet kirine.

Nûnerê Parîsê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Halit Îsa, diyar kir ku Rusya ji PYD'ê 3 kes bang li Moskova kirine û dawetî Rûsyayê kirine. Îsa anî ziman ku dê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin bikin û wiha got: "Rûsya û Sûriye ji bo çareseriyê dê niqaş bikin û ji bo vê yekê xwestin fikrên wan jî bistînin. Rûsya 4 roj berê heyeta PYD'ê dawetîe Moskova kir. Rusya, Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim û dawetî hevdîtinan kiriye. Ji bo hevdîtinan ez hatim Moskovayê. Ger ku derfetên Asya Abdullah û Enver Muslim hebin dê bên Moskovayê. Dê sibê saet di 09.00'an de Li Moskovayê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov em dê civînek fermî pêk bînin. Dibe piştî wê civinê li Rûsya hin civîn û hevdîtinên me yên din pêk bên.

Eger nikaribin werin, nûnerê me Ebdulselam heye. Ew jî dikarin werin.Yek ji me li cihekî be, dikare me hemûyan temsîl bike. Dijberiya Sûriyeyê jî dê beşdarî civînên bibe. Belkî ji bilî Lavrovî, em bi hinek rayedarên din ên rûs re jî bicivin. Di vê civînê de, civîna Cenevreyê ya 8'ê Sibatê dê were gotûbêjkirin. Ew nerînên me derbarê wê de werin wergiritn. Rûsya dê tiştên li Astanayê qewimîne jî ji me re bibêje. Encaman dê ji me re bibêje. Ji bo çareseriya Sûriyeyê, danûstendin dê pêk were.

"ROLA RÛSYAYÊ DI SÛRIYEYÊ DE GELEKÎ ZÊDE YE"

Îsa diyar kir ku ew vexwendina xwe ji aliyê Rûsyayê ve erênî dinirxînin û wiha got: "Rûsya hêzeke xurt e. Endama Daimî ya Neteweyên Yekbûyî ye. Têkiliyên Rûsyayê bi Sûriyeyê re gelekî kevin in. Rola Rûsyayê gelekî zêde ye li Sûriyeyê. Rûsya li Sûriyeyê tiştên baş dike. Dixwaze çareserî li Sûriyeyê pêk were. Ti projeya çareseriya ya rejîm û dijberiyê ji bo Sûriyeyê tine. Em beşeke ji Sûriyeyê ne û amade ne ku bixebitin ta ku çareseriyeke aştiyane ji bo kêşeyê peyda bibe. Em dikarin kêşeyê bi gelên Sûriyeyê re çareser bikin. Jixwe me projeya xwe ragihandiye. Li gorî projeya me, divê her milet dê bi serfirazî cihê xwe li Sûriyeyê bigire. Em ê projeya xwe ji dostên xwe yên rûs re vebêjin. Em nerînên xwe raber bikin. Em nûnerên bakurê Sûriyeyê û Rojava, ne tenê ji bo bakurê Sûriyeyê lê ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşniyara pergaleke federal û demokratîk dikin ku her kes bi serfirazê tê de cihê xwe bigire. Em ji bo vê çareseriyê amade ne. Em amade ne alîkariya hêzên navdewletî bikin. Em çareseriyeke siyasî û aştiyane dixwazin."