Meltem Cumbul çima dibêje ‘Na’ made bi made rêz kir

STENBOL - Seroka Sendîya Lîstikvanan Meltem Cumbul ku beriya niha got ku dê di referandumê de dengê “Na” bikar bîne û çima dibêje “Na” made bi made rêz kir.

Seroka Sendîya Lîstikvanan Meltem Cumbul ku beriya niha got ku dê di referandumê de dengê “Na” bikar bîne sedemên ku dê dengê “Na” bikar bîne di hesabe xwe ya Twîtterê de made bi made rêz kir.

Cumbul sedemên ku li ser tora civakî parvekirin wiha ne:

#Ger hûn ne bêjin Na dê çi bibe? Dê zilamek bibe hemû tişt. Kesê ku bibe serok dê bibe hikûmet, meclîs û dadgeh.

#Ger hûn ne bêjin Na dê çi bibe? Dê tu bandora parlementerên ku hûn dihilbijêrin nemine. Dê kesek guh nede wan.

#Ger hûn ne bêjin Na dê çi bibe? Dê serokwezîr tune be. Dê wezîr tenê li hemberî serok berpirsyar bin û dê ji meclîsê berpirsyar nebin.

#Ger hûn ne bêjin Na dê çi bibe? Dê serok meclîsa ku dixwaze wî û wezîrên wî bidarizîne fesîh bike.

#Ger hûn ne bêjin Na dê çi bibe? Dê heqdestê kêm, meaş, girtina karkeran a kar, girtina komele, sazî û sendîkayan dê kesek biryar bide.

#Ger hûn ne bêjin Na dê çi bibe? Dê dewlet bibe dewleta partiye. Ger serok ne ji partiya te be dê li ber deriye dewletê cihê te tune be.
#Ger hûn ne bêjin Na dê çi bibe? Ger serok bixwaze dikare saziyên dewletê li gorî herêman cuda bike û dê ev jî bibe sedema parçebûna welat.