STENBOL - Wêneyê Ahmet Turk ê 74 salî , wêneyê Seyîd Riza yê 74 salî yê dema dibirin dadgehê anî bîra mirovan.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Ahmet Turk ê ku piştî qeyûm hat tayînkirin di 24'ê mijdara 2916'an de hate girtin duh ji bo rapora tenduristiyê birin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê. Wêneyên ku dema Turk dibirin nexweşxaneyê hatin serwîskirin. Ahmet Turk ê 74 salî yê di dilê wî de pîl heye dema birin nexweşxaneyê du leşker ketine milên wî, wê demê demeke 1937'an anî hişê mirovan.
Ahmet Turk ê ku 2 leşker ketine milê wî wekî rêberê Îsyana Dersimê Seyîd Riza yê 74 salî dema ku dibirin dadgehê anî bîra mirovan.
Seyîd Riza yê ku gotina wî ya li sêdarê" Em zarokên Kerbelayê ne, bêguneh in, şerm e, zilm e, cînayet e" ve tu caran nehat ji bîrkirin bi vî wêneyê vê di bîra hemû kesan de mabû.