Jinan ji Ayşegul Başar re azadî xwest

STENBOL - Jinên Mala Gel, xwestin Ayşegul Başar a ku ji ber banga laîklîkê kiriye hat girtin serbest bê berdan.

Jinên Mala Gel, xwestin endama Mala Gel Ayşegul Başar a ku piştî erîşa Reinayê banga laîklîkê kir û hat girtin serbest bê derdan. Jinên Mala Gel ên li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatin cem hev, endama Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Fîsan Atasever û Tevbera Hezîrana Bakirkoyê piştîgî dan jinan.
Di çalakiya ku pankarta “Ji Ayşegula ku laiklik parastiye re azadî” hat vekirina de dovîzên “Ji Ayşegul re azadî”, “Bijî piştevaniya jinan” û “Ji jinên girtî re azadî” hatin hilgirtin û sirûşema “Ji Ayşegul re azadî” hat berzkirin.

Endama Mala Gel Ruya Kurtuluş daxuyanî xwend. Kurtuluş, pêvajoya binçavkirina Başar bibîranî û wiha got: “Li welatekî ji ber şort li xwe kiriye yan jî li parkê meşayaye jin rastî êrîşan tên, aliyek civakê bi gotinên olî êrîşan mafdar derdixin, serokwezîr bi xwe ji zilaman re got dema we cilên li ser jinekê ne ecibandin bikib gote got, laîklîk bingeha hêza têkoşîna me ya azadiyê ye.”

Piştî daxuyaniyê parêzeran sivalên Başar ragihandin.