ŞIRNEX - Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat morkirin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê polîsên bi çek li ser Şaxa Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) de girt. Piştî ku mufetîşên bi polîsan re hatin seatekê li hundirê komeleyê lêgerîn pêk anî polîsan komele mor kir.
Her wiha polîsan piştî ku derî komeleyê morkir darebeya komeleyê jî girtin.
Duh jî şaxa KURDÎ-DER a Çewlîkê hatibû girtin. Hita neha Navenda KURDî-DER û gelek şaxên KURDÎ-DER'ê hatin girtin.