ŞIRNEX - Hevşaredarên Qilebanê Zeynep Uren û Yunus Urek ên serê sibê hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Hevşaredarên navçeya Qileban a Şirnexê Zeynep Uren û Yunus Urek serê sibê ji aliyê polîsên ku bi ser malên wan de girtibûn hatibûn binçavkirin. Danê êvarî piştî îfadeyên li Muduriyeta Polîsan a Qilebanê her du hevşaredar sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriya Qilebanê bi hinceta, "alîkariya aborî dane rêxistinê" û "muxalefeta kanûna meş û xwepêşandina kirine" bi daxwaza girtinê Urek û Uren sewqî dadgehê kirin. 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Qilebanê biryara berdana her du hevşaredaran da.
Hate hînbûn ku dozgeriyê bêyî ku hincet nîşan bide, dest daniye ser telefon û pasaportên hevşaredaran.