KOBANÊ - Kobaniyan di 3'yemîn salvegera rizgarkirina bajêr a ji dest DAIŞ'ê de, berê xwe dan gorên zarokên xw eyên li Goristana Şehîd Dîcleyê. Li goristanê gel meşxele û find vêxistin.
26'ê Çileya 2015'an, di 3'yemîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobaniyê de, gelê bajêr berê xwe da gorên zarokên xwe. Ciwan, ji navenda bajêr heta Goristana Şehîd Dîcleyê bi meşaleyan û berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Bi hezaran welatiyan li ber sirûda "Ey Reqîp" deqeyekê rêz girt. Paşê ciwan li hawirdora goristanê bûn xelek û bi meşaleyên li dets xwe rawestiyan. Malbatan jî, piştî rêzgirtinê bi findan gorên zarokên xwe xemilandin û rizgarkirina bajêr li gel zarokên xwe pîroz kirin.
Li Goristana Şehîd Dîcleyê, niha 777 jê yên Rojava, 167 jê yên Bakur, 20 jê yên Rojhilat, 5 jê yên Başûr bi giştî 1025 gor hene. Her wiha, gorên 56 şervanên ereb û yek jê jî yê şervanekî MLKP'ê heye.
Abdurrahman Gok - dîhaber