Parlamenterên jin: Dê jin û 'na' bi ser kevin!

AMED - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku ew ê bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyaya "Ji dîktatoriyê re na" bidin meşandin. Parlamentera HDP'î Bedia Ozgokçe Ertan jî diyar kir ku dê "na" û jin bi ser kevin.

Li Amedê, bi deklarasyona ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) hat daxuyandin, starta kampanyaya "Ji Dîktatoriyê Re Na" hat dayîn. Parlementerên HDP'ê yên jin guherandina Qanûna Bingehîn nirxandin. Parlementera HDP'ê a Êlihê Ayşe Acar Başaran, got xebatên referandûmê yên ew ê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bidin meşandin, ew ê bi navê "Em ê Bi Rêberê Xwe Re Teqez Bi Ser Kevin" ya ku merhaleya duyemîn ya kampanyaya "Xwedî Li Rêberê Xwe, Axa Xwe û Azadiya Xwe Derdikevim" e bidin meşandin.

‘EM Ê BI NAYÊ RE SÎNORKIRÎ NEMÎNIN'

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku, dê jin bi paradîgmaya netewa demokratîk tevbigerin û wiha axivî: "Heke rejîma dîktaya faşîst bê avakirin, dê ewil jinan û bi taybetî jî jinên kurd hedef bên girtin. Em dest nîşan dikin ku, alternatîfeke din ya vê heye, em dikarin alternatîfeke din çêbikin. Bi vê alternatîfê divê em pergaleke ku her kes bikaribe reng û dengê xwe tevbigere ava bikin. Ji bo rûxandina rejîma dîktayê divê em dengê 'Na'yê xurt bikin. Ji bo pêşeroja vî welatî, ji bo birêvebirina pergala heyî em ê bibêjin 'Na'."

‘EM DIBÎNÊN BÊ AZADIYA OCALAN ÇIQAS BIQÎMET E'

Başaran, anî ziman ku AK Partiyê di 14 salên îktîdara xwe de li dijî jinan polîtîkayên cuda dane meandin û jin li dijî vê têkoşiyane. Başaran wiha domand: "Ji aliyê îktîdarê ve ji aliyekî ve polîtîkayên qirkirina siyasî, ji aliyekî ve jî polîtîkayên rê li ber qirkirina jinê vedike tên sepandin. Ji bo jin bi bîrbiriya xwe bijîn û tevbigerin, em wek jinan dibêjin 'Na'. Xwediyê paradîgmaya ku jinan esas digire, Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê, kampanyaya ku em ê bidin meşandin jî , em dibînin bê azadiya Birêz Ocalan çi qas girîng e. Em ê ne ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, em ê ji bo azadiya wî bitêkoşin. Ji ber vê, em ê berdewamiya kampanyaya xwe bi navê 'Em ê Bi Rêberê Xwe Re Teqez Bi Ser Kevin' bidin meaşdnin."

‘EM Ê DERÎ BI DERÎ 'NA'YÊ BIRÊXISTIN BIKIN'

Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe, dest nîşan kir ku dê jin li her derî 'Na'yê birêxistin bikin û wiha got: "Em ê bi hemû hêza xwe, da rejîma OHAL'ê rawestînin û ji rejîma yekzilamî re bibêjin raweste, em bi dengekî xurt dibêjin 'Na'. Li her derên ku dengê me qut dikin, em ê bêtir hebûna xwe biparêzin. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, derî bi derî bigerin û 'Na'yê birêxistin bikin."

‘TU DÎKTATOREKE KU RÊ LI BER MEŞA JINÊ BIGIRE TUNE YE'

Ozgokçe, dest nîşan kir ku dê gelê kurd û jinên kurd bi destkeftiyên xwe yên heta niha bi dest xistine bitêkoşin û wiha axivî: "Çi qas dengê me qut bikin jî, me dest bi vê meşê kiriye û tu dîktatorê ku rê li ber vê meşê bigire tune ye. Em xwediyê wê hêzê ne ku hemû astengiyan derba sbikin. Bawer dikim dê 'Na' û jin bi ser bikevin. Ez dibêm em ê bi ser kevin, em dikarin wek jinan bi ser bikevin. Em berê bi ser ketin, em ê dîsa jî bi ser bikevin."