MÊRDÎN - Yek ji êzidiyên ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ji Şengalê hatin Amedê û ji wir jî çûn Midyadê Leyla Elî ye. Dilê Leylayê, ji bo dayika wê ya 4 caran ji destê DAIŞ'ê reviyaye û kesên wan ji DAIŞ'ê rizgar kirine lê dide.
Ji êzidiyên bi êrîşa DAIŞ'ê ji Şengala ku rastî "73 Fermana" hat, berê xwedan Tirkiyeyê yek jê jî Leyla Elî ye. Leyla Elî ya dayika 4 zarokan her çi qas bêje "Êdî extiyar bûm", lê hîn 40 salî ye. Wê roja ku di bîra her kesî de wek rojeke bêyom û tarî maye, wê jî tevî malbata xwe daye riyên koçberiyê û riya Çiyayê Şengalê girtiye. Ji ber ji zarokên Leylayê yek hîn jî pitike, wê demê şîrê wê zuha bûye û Leylayê nikaribûye pitika xwe şîr bide, lê di wan rojên bêyom de bi şîrê jineke din keça xwe têr kiriye.
ÇIYAYÊ ŞENGALÊ: CIHÊ MAN Û NEMANÊ
Her çi qas ji bo wan pêvajoya herî zehmet, pêvoya li Çiyayê Şengalê bû jî, lê bi hatina PKK û YPG'yiyan hatine rizgarkirin û li wir qederekê jiyana xwe îdamekirine. Leyla, dibêje biroj Çiyayê Şengalê zah germ bû û bi şev jî zaf sar bû û wiha vedibêje: "Tevî zarokên xwe em tî û birçî man. Hevalan em rizgarkirin. Em çend rojan li Zaxoyê man, paşê em hatin vir. Zarokên me zaf biçûk bûn, em rastî gelek zehmetiyan hatin. Ne karek me, ne jî pêşerojek me heye. Em êzidî li derûdoran rezîl û ruswa bûn. Li Iraqê tu jiyanek me nebû."
Leylayê dibêje, li van deran jiyana di konan de zehmet e, zivistanan sar, havînan jî germ e û dibêje ji bo nexweşxane û dermanan jî pêdivî bi pereyan heye. Leyla ya dibêje, "Em ewqasî rastî zehmetiyan hatin ku êdî em niakrin tu gotinî jî bikin" û vedibêje ku, ji bo wê ya herî êşbar ew e ku dayika wê 4 caran ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye revandin.
DAYIKA JI DEST DAIŞ'Ê REVIYA
Leylayê wê pêvajoyê wiha vedibêje: "Dayika min zaf extiyar e, perîşan e. Dema min bihîst dayika min ketiye destê DAIŞ'ê, bi rojan min dua kir, 'Xwedêyo min bikuje, lê bila dayika min di dest wan de nemîne.' Hîn jî min dayika xwe nedîtiye. Li gor tiştên tê gotin, dema wan digirin carinan wan li hin cihan disekinînin. Vê navberê dayika min direve. Dema dîsa tê desteserkirin, bi wî awayî jî xelas dibe. Heke careke din jî zevt bikiranan dê ew bikuştanan."
Leylayê dibêje, piştî diya wê xelas dibe nxwestiye were Tirkiyeyê û wiha vedibêje: "Dayika min got, 'Ez ê biçim gundê xwe.' Di navbera gundê diya min û Şengalê de çiyayek heye. Me ewqas zilm, xerabî dît ku, êdî em nikarin wan bînin ziman."
‘JI BO EM OLA XWE BIPARÊZIN HATIN'
Leyla tîne ziman ku, wan pere û zêrên xwe hiştine û ketine rê û dema hatine ji ber pere mereyên wan tune bûye rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha didomîne: "Em dikarin tî û birçî îdare bikin, lê em xaka xwe nadin. Heke çekên me hebûnan me yê terka xaka xwe nekirana. Me yê şer bikirana, wek jin, keç. Lê di dest me de ne çek, ne jî tiştekî din hebû. Ji bo em şerefa xwe biparêzin, em jî hatin van deran. Em ji bo kêfê nehatin, ji bo em ola xwe biparêzin hatin. Her kes li ser ola xwe. Mafê tu kesî tune ye ku daxilî ola kesekî/ê bibe. Ji bo em ola xwe, şerefa xwe biparêzin hatin. Êdî dê ji niha û pê ve çi bê serê me em nizanin, lê..."
‘XWEDÊ WAN BIPARÊZE'
Leylayê balê kişand ser nîqaşên derketina PKK'ê ya ji Şengalê û wiha dibêje: "Wan gelek zehmetî dîtin. Wan me rizgar kir, nêviyê me ew in. Wan ji bo me gelek şehîd dan, gelek xwîna xwe rijandin. Dema li wan deran em tî bûn, wan av da me."
Leyla ya navber da axaftina xwe, ji me dipirse em rojnamegerên girêdayî PDK'ê ne yan na û bêyî li benda bersivê bisekine wiha dibêje: "Nizanim tu girêdayî kê yî, lê wan ji bo me gelek tişt kirin. Em biçin kuderê bila biçin em nikarin bibêjin 'PKK alîkariya me nekir.' Guneh e. Xwedê wan biparêze, cihê wan bihuşta baqî be."
Dicle Muftuoglu / Aynur İnedi - dîhaber