Bi mehan e li girtîgehê tê tehdîdkirin

WAN - Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê İrfan Bor, hevjînê Remziye Bor a di serdegirtina malê de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hat îdiakirin ku ji aliyê polîsên diçin girtîgehê wiha gef lê tên xwarin tê xwestin "sûc" qebûl bike.

Li Wanê, 10 meh berê mala Remziye Bor (27) hatibû gulebarankirin û di gulebaranê de Bor bi giranî birîndra bûbû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Hevjînê Borê, İrfan Bor ê hat girtin, hat îdiakirin ku hem li qereqolê hem jî li girtîgehê rastî îşkence û gefxwarina polîsan hatiye. Bor ê nêzî 10 meha ye li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin, kekê wî Cemil Bor got, di 3 rojên binçavkirinê de birayê wî bi wêneyên hevjîna wî ya birîndar gef lê hatine xwarin û îdia kir ku, her hefte polîs diçin girtîgehê û gefan li birayê wî dixwin.

‘EM Ê FÎŞA HEVJÎNA TE BIKÊŞIN'

Hat îdiakirin ku, li muduriyeta polîsan di dema lêpirsînê de Bor serdevkî dihat dirêjkirin û rastî îşkenceya giran dihat. Kekê bor, Cemil Bor anî ziman ku birayê wî tim rastî gefên polîsan tê û got, polîsan zor daye birayê wî da îfadeya xwe ya ewil biguherîne û wiha jê re gotine: "Heke tu îfadeya xwe neguherînî em ê hevjîna te ya birîndar jî û te jî bikujin. Em ê li enxweşxaneyê fîşa wê bikêşin. Lê heke tu îfadeyê biguherînî û her tiştî ji me re vebêjî, em ê niha te berdin û hevjîna te bînin cem te." Bor, anî ziman ku polîsên diçin cem birayê wî ji bo wekaletê bide, parêzerê bi navê Salih Taylan bi xwe re dibin û çewisandin û pêkûtiyan nêzî wî dibin.

‘GEFXWARIN TIM DEWAM KIRIN'

Bor, got ji roja ku birayê wî hatiye binçavkirin û heta girtinê her tim rastî gefwarinan tê û wiha domand: "İrfan, ji roja ewil heta niha tim arstî gefan, çewisandinan tê. Hema bêje polîs her hefte diçin girtîgehê û ji birayê min re dibêjin, 'tu yê hemû sûc qebûl bikî, tu yê bêjî her tiştî min kir, da polîs sûcdar nebin.' Ew bi xwe dibêje, bi dehan caran rastî vê tê. Birayê min vedigot, wî ji me re got. Dema diçin girtîgehê, tim parêzerekî li gel xwe dibin. İrfan dibin odeyekê û li gel parêzerên cem xwe wek wî bidarizînin nêz dibin û jê re dibêjin, 'Ev kesê li gel me jî parêzerê te ye, tu yê vê qebûl bikî û dev ji wê îfadeya xwe ya berê berdî yan jê dê ji bo te nebaş be û tu yê ji vir xelas nebî' û jê dixwazin wekaletê bide parêzer."

‘TENÊ EDALET'

Bor, anî ziman ku hevjîna birayê wî jiyana xwe ji dest daye, biraziya wî bê dê maye û ji bavê xwe hatiye mehrûmkirin û wiha axivî: "Hîn jî baweriya min bi huqûq û edaleta rasteqîn heye, em li benda wê ne. Birayê min di temenekî ciwan de hevjîna xwe winda kir. Pitika wan carekê tenê bavê xwe dîtiye. Tenê daxwaza me ew e ku, edalet cihê xwe bibîne, sûcdar bên darizandin û ev zarok hîn bêtir bê bavê xwe mezin nebe."

İrfan Bor, ê der barê wî de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin dê rûniştina doza wî di 22'yê Adarê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.