ÊLIH - Dadgeha Êlihe li Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Azboy a 62 salî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" ye 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birîn.
Li Êlihê, bi îdiaya beşdarî civînên Meclîsa Bajêr a Êlihê ya ku ji aliyê gelek saziyên sivîl ve hat avakirin bûye, der barê endama Dayikên Aştiyê ya Êlihê Sultan Azboy a 62 salî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê, 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Heke cezayê Azboyê ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê tesdîqkirin, dê têkeve girtîgehê.
Sultan Azboy a sûcê lê tên barkirin red kir wiha got: "Ez dayikeke aştiyê me û ez ê ji bo aştiyê beşdarî her cure çalakiyê bibim. Leşker be jî, gerîla be jî ez beşdarî çalakiyên wisa dibim. Ji ber ez alîgirê aştiyê me beşdarî meclîsên ji aliyê Konseya Bajêr a Êlihê hatin avakirin bûm. Tu çalakiyeke min a sûc teşkîl bike tune ye."
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ SÛC HAT HESIBANDIN
Çalakiyên ku Azboy di dîrokên cuda de beşdarî wê bûn, wek unsûrên sûcî hatin hesibandin. Hin sûcên li Azboyê tên barkirin ev in: "Beşdarbûna daxuyanî û meşa di sala 2011'an de ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve hat lidarxistin. Beşdarbûna çalakiya li Parka Azdiyê ya li pêş Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ku ji bo greên birçîbûnê yên di sala 2012'an de li girtîgehan hatibûn destpêkirin."
‘MIN ÇEK NESPARTIYE TU KESÎ'
Azboy a li dijî cezayê lê hatiye birîn bertek nîşan da wiha got: "Ji bo aştiyê têdikoşim, ji min re dibêjin 'terorîst'. Min çek ngirtiye milê xwe û min nespartiye tu kesî. Min bera kesî endaye, ez dayikeke aştiyê me. 62 salî me û tenê ji bo aştiyê beşdarî çalakiyan bûm, lê ji ber vê ceza li min birîn. Ez li hemberî vê rewşê heyirîm."
‘EZ Ê DÎSA JÎ DEV JI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BERNEDIM'
Azboy, anî ziman ku wê di temamiya temenê xwe de aştî û biratî parastiye û wiha axivî: "Yek ji tawanbariyan ew e ku, çima beşdarî çalakiyên ji bo dawî li gervên birçîbûnê bên bûme. Heke zarokên me nekatanan greva birçîbûnê me yê jî çalakî lidarnexistana. EM dayik in, li kuderê zehmetiyek hebe em ê biçin wê derê. Heta bimirim jî ez ê têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînim. Ne polîs, ne leşker û ne jî gerîla bila tu kes nemire û bila badilhewa xwîn nerije, em ji bo vê têdikoşin. Wek dayikekê li kduerê pevçûn, şer hebe ez ê li wir amade bim. Ji bo pevçûnê rawestînim ez ê canê xwe bidim, tenê bila mirovên me nemirin. Min bikujin jî, bigirin jî dîsa jî ez ê dev ji têkoşîna aştiyê bernedim. Ez ê ji bo aştiyê heta mirinê têbikoşim."
DOSYA LI DADGEHA BILIND E
Azboy a îtirazî biryarê kir, bi rêya parêzerên xwe serlêdana temyizê kir. Heke ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê tesdîqkirin, dê Azboya 62 salî têkeve girtîgehê.