WAN - Şahidên bûyera ku polîsan li Erdîşê Hediye Ataman tevî xaniyê wê şewitandin çavdêriyên xwe vegotin. Şahidan diyar kirin ku tîmên taybet mal dan ber agir hewara Hediye Ataman di nava agir de temaşe kirin.
Li taxa Çelebîbagı ya Erdîşa Wanê mala ku aîdî welatiyê bi navê Ahmet Ataman ji aliyê polîs û leşkeran ve hat şewitandin û ji ber şewatê Hediye Ataman jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê derbarê bûyerê de axivîn. Şahidan îdîa kirin k udi bûyerê de tu pevçûn derneketine, ji mal de tu kesekê gule ne berdane, di malê de tenê Hediye Ataman a ku ev 15 salin bi Ahmet Ataman re zewiciye hebû tîmên taybet û polîsan li derdora malê agir pêxistine, guhdarî hewara Ataman kirine û şewitîna malê temaşe kirine.
Tiyê Hediye Ataman Suphî Ataman ku şahidê bûyerê ye da zanîn ku bi dehan wesayîtên zirxî bêyî hişyariyekê bikin mal dane ber guleyan û wiha got: “Şevê sate di sêyan de min dengê çekan bihîst. Min di pacê re berê xwe da devre, min dît ku mala birayê min dişewite. Wê demê hevjîna birayê min Hediye Ataman bi telefonê l imin geriya û kir hewar got ‘werin min rizgar bikin ji vir’ min li birayê xwe yê din û apê xwe geriya wan j imin re got ‘ji mal dernekeve dê te jî bikujin’. Min xwe negirt û ez derketim. Çawa ez derketim polîsan êrîşî min kirin û l imin xistin. Min ji wan re got ‘di hundir de tenê jinbiraya min heye’ lê j imin re gotin ‘hûn hemû terorîstin, dengê xwe bibire, yan em ê bêjin pevçûne û we hemûyan bikujin’ û l imin xistin. Mal her gulebaran dikin, bombe û roket diavêtin malê. Dema ez li wesayîtê siwar kirim, min birayê xwe Ahmet Ataman di nava xwînê de, di wesayîtê de dît. Hemû hestiyên wî şikandibûn û ne dikarî rabe ser piyan.”
DAN BER AGIR Û ŞEWITÎNA MALÊ TEMAŞE KIRIN
Ataman, diyar kir ku polîsan roket û bombe avêtin malê û wiha pêde çû: “Ji malê hewara jinbiraya min dihat, me got ‘nekin sivîle kesek din di malê de tune ye’ lê ne sekinîn. Dema mal dan ber agir, polîs ji ber hewa sar bû li ber malê agirek biçûk pêxistin û di nava hewarên jinbiraya min de şewitîna malê temaşe kirin. Komên agirkujiyê hatibûn lê ne dikarîn agir vemirînin.”
CENAZE NE DAN MALBATÊ
Ataman, anî ziman ku ligel bi ser bûyerê de 3 roj derbas bûne, bi hinceta “terorîste” cenazeyê Hediye Ataman nadin malbatê û wiha domand: “Ne tenê jinbiraya min şewitandin hemû malbata me şewitandin em e şopdarê vî karî bin.
Ataman destnîşan kir ku apê wî Halît Ataman û birayê wî Omer Ataman dema xwestin bên polîsan ne hiştin nêzî malê bibin, ew bi qundaxên çekan binçavkirine û wih aaxivî: “Polîsan hinek tişt danîn cihê bûyerê û wêneyên wan kişandin. Li midûryetê jî pirsên ‘hûn çima hatin wê malê hûn terorîstin?’ j ime kirin.”
Cenazeyê Hediye Ataman (43) ku di malê de hat şewitandin û jiyana xwe ji dest da hêjî li Navenda Tibê ya Dursun Odebaş a Zanîngehan Yuzuncu Yilê tê ragirtin û hat zanîn ku Ahmet Ataman ku bi derpkirinê hat binçavkirin bi fermana dozger ji ber lêpirsînek cûda birine navçeya Kopa Mûşê.