Komeleyên hatin girtin serî li Dadgeha Îdarî dan

STENBOL - Li Stenbolê komeleyên bi KHK'yên jimare 677 û 678'an hatin girtin, li Dadgeha Îdarî doz vekirin. Parêzerên OHP'î yên li ser navê komeleyan serlêdan kirin, dest nîşan kirin ku girtin li dijî Qanûna Bingehîn û huqûqê ne û xwestin biryar bê betalkirin.

Li Stenbolê komeleyên bi KHK'yên jimare 677 û 678'an hatin girtin, li Dadgeha Îdarî doz vekirin. Doza betalkirinê ya der barê Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Koç Kirine (GOÇ-DER), Komeleya Pêşveçûna Çandî û Demokrasiyê (KUL-DER)-Mala Gel, Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtiyan Re (TUAD), Komeleya Jinê ya Heftrengê (Gokkuşagi), Navenda Çandê ya Medê û Navenda Çandê ya Arzelayê ji aliyê parêzerên endamê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ve hat vekirin.

Parêzeran di serlêdanê de balê kişand ser girtina komeleyan, desteserkirina malên wan û xwestin birêvebirina lêpirsînê bê betalkirin û daxwaz kirin ku, KHK'ya bûye sedema girtina komeleyan û li dijî Qanûna Bingehîn e, bê lêkolînkirin. Di doza betalkirinê de jî, dozbar Serokwezîrtî û Wezareta Karên Navxweyî hat nîşandan. Di serlêdanê de yeko yeko li ser komeleyan hat rawestandin.

LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN Û HUQÛQÊ YE

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku, girtina komeleyan li dijî Qanûna Bingehîn û huqûqê ye û hat derpêşkirin ku madeya 3'yemîn a KHK'ya jimare 677 ku bûye sedema girtina komeleyan, li dijî Qanûna Bingehîn e.

Di serlêdanê de, daxuyaniya Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê ya têkildarî KHK'yan jî cih girt. Her wiha hat diyarkirin ku, girtin li dijî Huqûqa Mafên Mirovan e.

Di serlêdanê de hat daxwazkirin ku, divê têkildarî girtinan tazmînata madî û manewî jî bê dayîn.