AMED- Sala çûyîn ji polîs û leşkerên ku sivîlên ji Sûrê hatin tahliyekirin, wan şilfî tazî kiribûn û wêneyên wan li ser medyaya civakî parve kiribûn. Li ser vê ÎHD'a Amedê, leşker û polîsên ev wêne parvekirin gilî kirin, lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der abrê vê giliya sûcî de biryara devjêberdana şopanê da.
Sala çûyîn, di meha Adarê de polîs û leşkerên ku ji navçeya Sûrê ya Amedê sivîlên hatin tahliyekirin, ew şilfîtazî tazî kiribûn û wêneyên wan li ser medyaya civakî parvekiribûn. Li ser vê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî heman leşker û polîsan gilî kiribûn, lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê vê giliya sûcî de, biryara neşopandinê da.
ÎHD, di 9'ê Adara 2016'an de der barê peywirdarên cemaweriyê yên li ser medyaya civakî wêne û dîmen parve kiribûn, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê sûcî kiribû. ÎHD, di giliya xwe de ji bo peywirdarên cemaweriyê yên li nav kuçeyê sivîlên hatin tahliyekirin tabiî lêgerîna şilfî tazî kirin, wêneyên wan kişandin û paşê li ser medyaya civakî ew teşhîrkirin wiha diyar kiribû: "Muameleyke derînsanî û biçûkxistinî" hatiye kirin.
ÎHD, diyar kiribû ku ev peywirdarên cemaweriyê yên ev pêkanîn kirine sûcê "Îşkence û muameleyeke kirêt" kirine û her wiha di giliya xwe de wêneyên sivîlên hatibûn tahliyekirin û li ser medyaya civakî de hatibûn parvekirin jî, wek delîl li daxwaznameyê zêde kiribûn.
BIRYARA NEŞOPANDINÊ
Buroya Sûcên Karmendan a Serdozgeriya Komarê, giliyê esas girtibû û der barê peywirdarên cemaweriyê de bi tawanbariya "Bi awayekî nebaş bikaranîna peywirê" lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, dozger bêyî hewcetiya stendina agahiyan ji Walîtiya Amedê, Muduriyeta Polîsan a Amedê û dozgerên li Sûrê der barê pevçûnan lêpirsîn dabûn destpêkirin bistîne, birayara "îdia xwe naspêrin dane û belgeyên cidî û şên ber" lêpirsîna giliya ÎHD'ê li gel delîlan jî temam kir û biryara neşopandinê da.
Dê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, ji bo biryara neşopandinê ya dozgeriyê bê rakirin, serî li Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Amedê bide û dê îtiraz bike."