3 jin li Sûrê hatin binçavkirin

AMED - Li navçeya Sûrê li ser 'Îxbarê' polisan 3 jin binçav kirin.

Komek polîs şevê din bi ser malekê de girtin û 3 jin binçavkirin. Polisan li kolana Muze ya Taxa Cami Kebirê bi îdîaya "îxbar heye" bi ser malekê de girt. Polîsan di serdegirtina malê de 3 jinên bi navê Asli Yetişir, Leyla Bayram û Nupelda Yaşar binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.