NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvanê Basketbolê yê Neteweyî Mehmet Okur, têkildarî guhertina Qanûna Bingehin ja AK Parti û MHP'ê di meclîsê re derbas kirin û dê bibin referandumê, diyar kir ku ji bo pêşeroja Tirkiye ya ronî dibêje NA.
Piştî pêşnûmya guhertina xalên Qanûna Bingehîn ji aliyê AK Partî û MHP'ê ve di meclîsê re derbas bûn, ev pêşnûma dê biçe referandumê. Beriya referandumê welatiyên ku biçin ser sindoqê û dengê xwe yê "ERÊ" û "NA" bikar bînin eniya xwe diyar dikin. Eniya NA roj bi roj zêde dibe û sedema çima "NA" bi rêya çapemeniyê bi raya giştî re parve dikin. Piştî gelek akademisyen, nivîskar, hunermend û xwendekarên zanîngehê eniya xwe ya "NA" aşkere kirin. Lîstikvanê basketbolê yê Neteweyî Mehmet Okur jî got "NA". Okur li gel hevsera xwe videoyek li ser medya civakî parve kir û got dê bêje "NA" Mehmet Okur, di parvekirina vîdeo de wiha got: "Hûn hez bikin an hez nekin... Hûn hurmetê nîşani fikrê min bidin an nîşan nedin.... Armanca min ne ku ez muxalefeta kesan bikim. Armanca min ne siyaset e jî! Fikra min ji bo Tirkiyeyek ronî #NA" ye.