Esnafên bertek nîşan dan: Me çawa tu anî emê te wisa bibin jî

STENBOL - Esnaf Mehmet Ozgulecan diyar kir ku ji sala 2002’yan were deng dide îktîdara AK Partiyê û wiha got: “Di vê deme de tiştek ne hatiye guhertin ji ber wê ez ê bejim ‘Na’. Me tu anî wê dere û em ê te ji wir rêbikin.” Ciwanê 18 salî Îbrahîn Arslan ku dê cara yekemîn di referandumê de deng bikar bîne got dê bêje ‘Na’.

Li dijî referanduma ku ji bo guhertinên qanûna bingehîn hatiye destpêkirin aliyê dibêje “Na” zêde dibin. Ji referanduma ku tê plankirin dê di nava şertên OHAL’ê de meha Nîsanê bê pêkanîn esnafên Stenbolê jî dibêjin “Na”. Esnafê bi navê Nurî Ozelîç (41), diyar kir ku ew ê di referandumê de denge “Na” bi kar bîne.

Ozelîç, da zanîn ku kesên dibêjin “Erê” jî dê mexdûr bibin û wiha got: “Karê me nebaş diçe û qanûna bingehîn a nû jî vê nebaşiyê sererast nake. Li Tirkiyeyê di majara kar de pirsgirêk heye. Krîzek aboriyê heye. Ger pirsgirêka kurd jî neye çareser kirin çêkirina qanûna bingehîn a nû jî neraste. Qanûna ku ji kurdan re avakirina îmkanên zimanê dayîkê re tîne kêr nayê. Pirsgirêka kurd pirgirêkek mezine. Her wiha bêkarî jî pirsgirêkek mezine. Divê destpêkê ev bên çareserkirin.”

Esnafê bi navê Mehmet Ozgulecan (58), yek ji kesên ku ji guhertinên qanûna bingehîn re dibêje “Na” ye, da zanîn ji sala 2002’yan were deng dide îktîdara AK Partiyê û wiha pêde çû: “Serokomar Recep Tayîp Erdogan welatiya ber bi şer ve dibe. Ez ji qanûna bingehîn a OHAL’ê re dibêjim ‘Na’. Kurên xelkê dibe û dixe nava şerê Sûriyeyê. Ger vê pêkanîna xwe bidomîne em ê wî bi tu awayî nehilbijêrin. Cîhanek wiha tune ye. Dibêje ‘em ê bikevin nava Yeketiya Neteweyî’ tiştek wiha tune ye. Derewan dike serokomarek çawa dikare wiha biaxive. Mirov ji xwe şerm dike tu Serokomarê Komara Tirkiyeyê yî. Hûn nikarin bi vê bigihijin cihekî û tiştekî bikin. Dê dawiya we jî wekî ya Sedam bibe. Zarokên feqîran dimirin, tu li wir hewl didî pergla serokatiyê bînî. Ger karekê tu bikî hebe dê te serî de bikiribaya. Ger tu vê nekî tu dê soz nedî û dê ji wir xwe vekişî. Tu dê bidî yekê din. Mirovên ji te baştir û rastir hene. Mirovên zanist xwendine, Ewropayê nas dikin û mafê mirovan dizanin hene.”

'ME TU ANÎ EM Ê TE RÊBIKIN’
Ozgulecan, anî ziman ku li cihê divê aştî hebe şer heye û wiha domand: “SErokomar Erdogan te ev gel kom kir û got ‘pêvajoya aştiyê’ gel jî gor ‘Erê’. Te carek din şer anî. Li cihê aştiyê te şer anî. Te ji çiya zilam anîn xwarê û got ‘aştî’ piştre te zilam avêtin girtîgehê. Parlamenteran diavêjî girtîgehê. Me tu anî ser kar em ê te rêbikin. Bile ev her tim di mejiyê tede be.”

'GER TE SOZ DANE WÊ BIKE’

Ozgulecan, bi lêv kir ku pergala serokatiyê ya Amerîkayê başe ger wiha be ew ê jê re bêje “Erê” û wiha got: “Pergala serokatiyê ya Amerîkayê heye û zilam wekî mirovan nêzî gelê xwe dibe. Te xizmên xwe xistin partiyê kirin serok û wezîr. Ger tu neçî denge min ji te re herame. Ez ne yek tenê me 100 kes di malbata min de hene. Te çi soz daye divê wê pêk bînî. Ger tu dibêjî pergala serokatiyê destpêkê sozên xwe bicih bîne. Tu diz û qatilan ber didî. Siyasetmedarên li dijî te tu digirî. Divê tu ji gel û Amerîkayê şerm bikî.”

‘GER FETO TERORÎST BE TU KÎ YÎ?’

Ozgulecan, destnîşan kir ku wî li ser banga Erdogan a “dolarên xwe hur bikin” dolarên xwe hur kirine û wiha pêde çû: “Tu dibêjî dolar me dolarên xwe hur kirin. Tu zengîn dibî, feqîr feqîrtir dibin. Min deng da APK’ê û anî ser kar. Ez poşmanim. Ji wê rojê heta niha muhtacî nanekê bûme. Ji 2002’yna heta niha ez deng didim ji wê demê heta niha ez pereyê nanekê nabînim. Esnaftiye êdî kêrî 5 pereyan nake. Qanûna bingehîn a nû vê sererast nake. Ger tu dê kar sererast bikî niha rast bike. Ji roja AKP hatiye heta niha bi FETO re kar dike niha dibêje ‘FETO terorîste’. Ger ew terorîst be tu çî yî? Te bi hezaran kes ji kar derxist. Leşker û polîs ji kar avêtin dê malbatên vana çi bikin?”

‘DI 14 SALÊN DAWÎ DE TIŞTEK NE HAT GUHERTIN’

Esnafa bi navê Songul Oktar (43) jî bi lêv kir ku dê di referandumê de bêje ‘Na’ û wiha axivî: “Ez ji ber naxwazim ku welat bi zîhniyeta zilamekê bê birêvebirin dibêjim Na. Ger welat bi tena serê xwe birêve bibe dê demokrasi û wekhevî ji holê rabe. Dê xwerêvebirina gel a xwe bi xwe çi bibe. Ji ber vê ez dibêjim ‘Na’. Ev 4 sale ez esnafım, ev du sale ji ber aboriyê mexdûr bûme. Piştî pêvajoya aştiyê bi dawî bû bandorek mezin a aboriyê çêbû. Em hemû zirarên ku şer dide welat û cîhanê dizanin. Ger qanûna bingehîn bê jî dê tu guhertin çênebin. di 14 salên dawî de tiştek ne hat guhertin, tiştek baş nebû. Her tişt roj bi roj xiraptir dibe. Ji ber wê ez dibêjim ‘Na’.”

DENGÊ WÎ YÊ DESTPÊKÊ DÊ ‘NA’ BE

Ciwanê bi navê Îbrahîm Arslan ê 18 saliye û dê carayekemîn li referandumê de deng bikar bîne li Taksîmê ligel kebabçiyekê dixebite. Arslan, da zanîn ku ew ê di referandumê de denge “Na” bikar bîne û wiha got: “Ji roja Erdogan hatiye heta niha krîza aborî didome. Niha karê me sekinî ye. Em nikarin bixebitin zirar dikin û em nikarin deynên xwe bidin. Ger serokatî bê dê ev neyên guhertin. Dê hêj xiraptir bibe. Ez ê bêjim ‘Na’.”

Esnafê bi navê Ahmet Kaya (33) jî wiha axivî: “Ez ê ji guhetina qanûna bingehîn re bejim Na. Em operasyonên li dijî parlamenterên HDP’ê dibinin. Ji xwe girtina vîna me û xistina girtîgehan tê wateya pergala partiyekê bi tene. Krîzek hene, çiqas bêjin tune ye jî krîz heye. Em ji vê bandor dibin ji ber vê ez ê bejim Na.”