ENQERE - Çalakvan Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û Veli Saçilik ku bi biryara KHK'ê hatin îxrackirin û di 11'ê Çile de rastî êrîşa polîsan hatin, gilî kirin. Çalakvanan diyar kirin ku ew polîsê ku îşkence kiriye teşîr dikin.
Karmend Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û Veli Saçilik ku bi biryara KHK'ê ji kar hatin îxreckarin û li Kolana Yukselê bi silogana "Ez karê xwe dixwazim" dest bi çalakiyan kirin di 11'ê Çile de rastî êrîş û tundiya polîsan hatin. Gulmen, Ozakça û Saçilik çûn Edliyeya Enqereyê û der barê polîsan de gilî kirin. Berî gilî bikin xwestin li pêş edliyê daxuyanî bidin û rastî astengiya komek polîs hatin. Gulmen ku ji aliyê polîsan ve bi gefa “Em bang li hêzên çevîk dikin" hat astengkirin, got “Ez heta niha 20 caran hatim binçav kirin, ez carek din bêm binçavkirin dê çi bibe?" bertekên xwe anî ziman. Gulmen, li vir daxuyanî da û got "Em ji we destûrê naxwazin. Ez dê li vir daxuyanî bidin û gilî bikim. Em li wir 22 caran hatin binçavkirin hûn hez dikin carek din me binçav bikin." û bertekên xwe anî ziman.
'22 CARAN RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIM'
Gulmen serpêhatiyên xwe wiha got: “Ez 22 caran rastî îşkenceyê hatim. Herî dawî dema li vir hatim binçavkirin difina min li vir şikandin. Gaz anîn nêzî min û avêtin ser ruyê min. Bi porê min girtin û 3 caran serê min li erdê xistin. Bi deqîqeyan li erdê bêhn li min dan. Ji ber her carê îşkence li min kirin li ser beden û laşê min şopa lêdanê reş bûye."
'EM POLÎSAN TEŞÎR DIKIN'
Gulmen, da zanîn ku ew dixwazin kesên ev muamele bi wan kiriye bên cezakirin û wiha got: "Em dixwazin kesên îşkence kirine bên cezakirin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Divê kesên îşkence kirine bên cezakirin. Em polîsan teşîr dikin. Ez ji hemû polîs û amîrên wan ên ferman dane bi gilî me. Dixwazim tev bên darizandin û cezakirin."
Piştî daxuyaniyê Nuriye Gulmen, Semih Ozakça û Veli Saçilik, serlêdana sûc kirin.