Wesayîta hevseroka HDP’ê kirin hedef û texrîp kirin

BALIKESÎR - Hevseroka HDP’ê ya Edremîtê Hurriyet Kizil a li ser tora civakî hedef hat nîşandan, wesayita wê rastî êrîşa komekê hat û hat texrîpkirin.

Li navçeya Edremîta Balikesîrê wesayîta Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edremîtê Hurriyet Kizil, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat texrîpkirin. Êrîşkarên ku wesayîta li ber deriye malê bi ber û daran texrîp kirin pacên wesayîtê şikandin û lastîkên wê teqandin. Piştî êrîşê Kizil serlêdana sûc kir û derbarê mijarê de lêpirsîn hat vekirin.

Kizil di operasyona li Balikesîrê ya 12’yê Nîsanê de bi îdîaya “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û di 14’ê Cotmehê de hatibû berdan, piştî hat berdan heta niha li se tora civakî rastî gefan tê û piştre jî li ser hinek malperan navnîşana wê hatibû dayîn. Kizil, derbarê mijarê de bi dehan caran serî Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê da û herî dawî rastî êrîşê hat.

'EM SERÎ NATEWÎNIN’

Kizil, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ewlehiya canê wê tune ye. Kizil da zanîn ku navnîşana wê di torên civakî de hatiye weşandin û wiha got: “Ew çi dikin bila bikin, serê me jî jê bikin em ê serî ne tewînin. Tenê dixwazin çavê me bitirsînin. Em ê xebatên xwe bidomînin.”