HDP’ê rewşa Sîbel Çapraz ji Wezîrê Dadê pirsî

ENQERE - Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rewşa girtiya nexweş Sîbel Çapraz ku roviyên wê li dervene û çina nayê berdan ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî.

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê rewşa girtiya nexweş Sîbel Çapraz de ku her roja diçe xiraptir dibe de pêşnyarpirsek pêşkêşî Meclîsê kir. Başaran di pêşniyarpirsa ku xwest Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bersiv bide de bi bîrxist ku Çapraz meha Mijdara 2015’an di pevçûnên li Geverê de ji mile xwe birîndar bûye, dema dermankirina wê ya li nexweşxaneyê didom hat binçavkirin û hat girtin.

Başaran, da zanîn ku endama Meclîsa Giştî ya Şaredariya Bajarê Colemêrgê Çepraz diviya bi lez emelyata înversiyon û dermankirina kolostîmîn bidîta lê tê astengkirin, hêjî roviyên Çapraz li dervene û nikare bi tena serê xwe hewcehiyên xwe yên rojane pêk bîne. Başaran, bersiva van pirsan bê dayîn:

* Ligel rewşa nebaş a Sîbel Çapraz sedemên ku li girtîgehê tê hiştin çine?

* Di çend raporê ku derbarê rewşa Sîbal Çapraz de dibêjin ‘dikare li girtîgehê bimîne’ di deste wezareta we de hene? Ev îbare bi kîjan hinceta piştgriyê digire?

* Rapora doktoran a ku dibêje divê dermankirina wê li Stenbolê bidome ji aliyê îdareya girtîgehê ve ji Wezareta Dadê re hat şandin lê hat redkirin. Hinceta vê daxwaza ku wezaretê red kiriye çiye?

* Emelyata Sîbel Çapraz a ku divê demildest bê kirin gelo dê kengî bê pêkanîn? Dem û giraniya operasyona tibî ku sazî û raporên li ser mijarê hakimin çiqase?

* Di navbere sala 2002 û 2016’an de çend girtiyan û bi kîjan sedeman li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.