AMED - Baroya Amedê ji bo cînayeta Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ronî bibe çalakiya heftane berdewam kir. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku bi deh hezaran personelên ewlehiyê hatin binçavkirin û girtin û wiha got: "Çawa dibe ku di demek kurd de vana roni dike, lê nikare doza Elçi ronî bike. Bila Wezîrê Dadê nebêje em faîlan nizanin. Kes ji vê yekê bawer nake.
Baroya Amedê, ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bê dîtin û darisandin û ji bo Tarîh Elçî bibîr bînin, çalakiya heftane li ber Edliyeya Amedê berdewam kirin. Endam û rêveberên Baro, li gel hewaya sar di hefteya 61'an de kom bûn û daxuyanî dan. Endamên Baroyê bi cubeyên xwe û pankarta “Em te ji bîr nakin” ku bi kurdî û tirkî nivîsandibûn daxuyanî dan. Di serî de Cigirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan, diyar kir ku bêyî ew li berf û baranê guhdar bikin ew dê lêgerîna kujerê Elçî didomînin û heta berpirsiyar bên darizandin û cezakirin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
KUJERÊN ELÇÎ HÊJ SERBEST IN
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî axivî û wiha got: “Kujerên Tahîr Elçî hêj li derve serbest in. Bi zanebûn û bi xwestin kujerên Elçî tên parastin. Wezîrê Dadê dibêje ew dozgerê ku doza Elçî dişopîne nizane. Lê bila tu kesî bawer nekin ku agahiya wan ji kujerê Elçî tune. Ev skandalek mezin e. Çawa dibe ku Wezîrek dozgerê dozek wesina nizanibe û nas neke. Tu kes ji vê yekê bawer nake. Bi gotina "Ez nizanim' nikare xwe ji vê yekê xelas bike. Nikare ser vê dozê bin cil bike û xwe paqij bike."
Piştî daxuyaniyê belav bû