AMED - Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, li ciwanê 18 salî Hamza Tunç ê dema ji ber şer û qedexeyan ji Sûrê derket û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin 7 sal û 6 meh ceza birî.
Doza ciwanê bi navê Hamza Tunç (18) ê ku ji ber pevçûn û qedexeyan li naçeya Sûrê ya Amedê asê ma û dema xwes ji navçeyê derkeve di 13’ê Nîsana 2016’an de ji aliyê polîsan ve hat girtin û bi îdîaya “endamên rêxistinê ye” hatibû vekirin hat dîtin. Tunç ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimîne bi riya SEGBÎS prastin red kir û rtevlî rûniştina dozê ne bû.
Malbata Tunç tevlî rûniştina dozê ya li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin bû. Parêzerê Tunç Resul Tamur mafê axaftinê girt û daxwaza wî ya divê mûwekîlê wî li dadgehê amade be hat redkirin. Dozger ku derbarê dozê de nêrînê xwe anî ziman xwest Tunç bi sûcdariya “endamê rêxistinê ye” bê cezakirin.
Parêzer Tamur ku derbarê dozê de parastin kir, mutala qebûl nekir, dema mûwekîlê wî hatiye binçavkirin piştî rojekê bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Polîs bêyî ku li benda parêzer bimînin pêkanîna teşhîsê li mûwekîlê min kirine ev li dijî qanûna ne û divê bawerî bi vê neyê anîn. Kodê ‘Çiya’ ne aîdî mûwekîlê mine, tu îfadeyên mûwekîlê min ê divê derbarê de tune ne. Kesên ku ji Sûrê derketine mûwekîlê min teşhîs nekirine. Bermahiyên RDX û HDX yên li ser cilên mûwekîlê min ji ber teqînên li Sûrê ne û bi riya hewayê derbasî wî bûne. Li ser dest û cilên mûwekîlê min şopa çek berdanê ne hatiye dîtin. Ji ber van sedeman ez daxwaza berdana mûwekîlê xwe dikim.”
Heyeta dadgehê ku biryara xwe aşkera kir, bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Tunç. Tunç, din ava kesên ji Sûrê derketine û hatine binçavkirin yekemîn kesê ku ceza girtiye.
Parêzerê Tunç Tamur, dê biryarê bibe temyîzê.