NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrê Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), diyar kir ku li Babê û başûrê wê Tedefê ji ber topbarana TSK'ê yek jê zarok herî kêm 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Çavdêrê Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), têkildarî top û obusên ku li ser Babê tên barandin agahî dan. SOHR'ê diyar kir ku li Babê û başûrê wê Tedefê ji ber topbarana TSK'ê yek jê zarok herî kêm 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. SOHR'ê da zanîn ku di çarçoweya plana dagirkirina Rojava a TSK'ê de ji meha Mijdarê ve li Babê û derdora wê herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dan.