ERZIROM - Hat îdîakirin ku keyayên 84 taxên Hinisê li Qereqola Jendirmeyan a Navçeyê hatine komkirin û cerdevanî li wan hatiye ferzkirin.
Hat îdîakirin ku cerdevanî li keyayên herêma Hinisa Erziromê hatiye ferzkirin. Hat îdîakirin k udi civîna 21’ê Çileyê ku keyayên 84 taxan vexwendibûn Qereqola Jendirmeyan a Navçeyê de rayedarên leşkerî ji keyayan re gotine “Hûnê ji vir û pêde cerdevaniyê jî bikin” û cerdevanî li wan ferzkirine. Hat diyarkirin ku rayedarên leşkeri ji keyayan re gotine ger hûn cerdevaniyê qebûl bikin dê 2 hezar û 500 TL û keleşnîkofekê bidin wan.
‘EMÊ XWÎNA BIRAYÊN XWE NERIJÎNIN’
Keyayekê ku ji ber ewlehiyê ne xwest navê xwe bide diyar kir ku îdîaya ku tê gotin raste û wiha got: “Pejirandina pêkanînek wiha dê bihêle ku em sibê xwîna birayên xwe birijînin. Em pêkanînên ku bi pergala cerdevaniyê li bajarên din tên kirin dibinin. Xwîna bira tê rijandin lê em ê vê yekê nekin.”