Bi hinceta, "hatine binçavkirin" ji peywirê hatin dûrxistin!

ŞIRNEX - Hevşaredarên Qilebanê Zeynep Uren û Yûnûs Urek bi biryara Wezareta Karên Hûndir û hinceta, "hatine binçavkirin" ji peywirê hatin dûrxistin.

Hevşaredara navçeya Qileban a Şirnexê Zeynep Uren bi biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê hat dûrxistin. Di belgeya ji bo hevşaredaran hatine şandin de hatiye nivîsîn ku, "Zeynep Uren û Yûnûs Urek ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Qilebanê ve hatine binçavkirin. Ji ber vê yekê li gor madeya 127 a makezagonê ji bo demekê dûrxistina wan erênî hatiye dîtin"

Piştî ku biryara Wezareta Karên Hundir ji Uren û Urek re hat ragihandin polîsan bi wesayîtên zirxî derdora Şaredariya Qilebanê girtin.

Duh Urek û Uren hatibûn binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Cezayên Silhê ya Qilebanê ve serbest hatibûn berdan.