AMED - Piştî Hevserokên Yeketiya Şaredariyên Anatolyaya Başûrê Rojhilat hatin girtin Cumalî Atîlla wekî qeyûm hat tayînkirin.
Piştî Hevserokên Yeketiya Şaredariyên Anatolyaya Başûrê Rojhilat (GABB) Serhat Kadirhan û Gultan Kişanak hatin girtin li şûna hevseroka qeyûm hat tayînkirin. Di çarçoveya biryara ku ji aliyê Wezareta Hundir ve hatiye dayîn de Cumalî Atîlla ku bere wekî qeyûn tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû kirin wekî qeyûm tayînê GABB’ê kirin.