ŞIRNEX - Hevşaredarên Şaredariya Qilebanê Zeynep Uren û Yunus Urek ên hatin binçavkirin, ji peywirê hatin dûrxistin.
Li Qilebana Şirnexê, hevşaredar Zeynep Uren û Yunus Urek ên roja berê hatibûn binçavkirin, îro ji peywirê hatin dûrxistin. Hevşaredarên li ser biryara Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatin dûrxistin, hinceta dûrxistina wan binçavkirina wan hat nîşandan.
Piştî Uren û urek hatin binçavkirin, polîsan bi wesyaîtên zirxî hawirdora şaredariyê dorpêçkirin.