STENBOL - Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Meral Daniş Beştaş hatin binçavkirin. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen agahiya ku Kaya li Afyonê hatiye kelepçekirin û binçavkirin nirxandina "Îxtidar guherî lê kelepçeya Kaya nehat guhertin" kir.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya li Afyonê, parlamentera HDP'ê MEral DAniş Beştaş jî li Amedê hatin binçavkirin.
Huda Kaya li Afyonê saet di 00.30'an de ji aliyê polîsên girêdayî emniyetên Afyon û Îzmîrê ve hate binçavkirin.
Binçavkirina Kaya, parlementerê HDP'ê Nadîr Yildirim ji hesabê xwe yê twitterê parve kir.
'ÎXTIDAR GUHERÎ LÊ KELEPEÇEYA WÊ NEHAT GUHERTIN'
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen jî bi peyama xwe ya twitterê ve got ku Kaya ji bo dozekî li Amedê li Afyonê bi kelepçeyan ve hatiye binçavkirin. Bîlgen av nivîs parve kir: "Yên ku wekî Kenan Evren referanduma qanûna bingehîn li dar dixin, wekî parazvanên 28'ê sibatê gelo dibêjin dê hezar salan di îxtidarê de bimînin.? Îxtidar guherî lê, kelepçeya Huda Kaya nehat guhertin."
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr jî li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî got ku Kaya dê ewil bibin Îzmîrê piştre bînin Amedê.
Huda Kaya bi biryara bi zorê anînê ya dadgehê ve di 8'ê kanûna 2016'an de hatibû binçavkirin.
'POLÎS LI MALA MIN IN'
Paralemnetra HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî li mala xwe ya Amedê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Beştaş di çarçoveya lêpirsînekî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin. Beştaş li ser hesabê xwe yê tiwetterê binçavkirina xwe bi îfadeyên "polîs li mala min in" parve kir. Hate hînbûn ku Beştaş birine Edliyeya Amedê.