MÊRDÎN - Li Nisêbîn a bi têlan dabeşî du perçeyan bûye, ji hêlekê ve rûxandin ji hêlekê ve jî avakirin didome. Malbatên ku ji bo malên wan neyên rûxandin nobetê digirin, şik û gumana wan ew e ku malên wan bên rûxandin.
Li Taxa Firatê li gel domandina rûxandnê, li deverên ku têlên rêsayî hinekî bi paş ve hatine kişandin welatî dest bi avakirina avahiyên xwe kirin. Ji ber ji aliyê rayedaran tu daxuyanî nehatiye dayîn, welatî ji bo avahiyên ku ava dikin neyên rûxandin nobetê digirin.
Li Nisêbîna Mêrdînê, têlên rêsayî jiyanê dabeşî du perçeyan kiriye. Li gel têlên rêsayî ji aliyekî ve rûxandin, ji aliyekî ve jî avakirin didome. Mezin, li gel hewaya sar jî di nav molozan de bi qûm û çîmentoya ku tînin malên xwe ava dikin, zarok jî bêyî guh bidin "ewlehiyê" derbasî wî aliyê têlan dibin. Piştî ekîpmanên rûxandinê, perçeyên hesinan ên mayî berhev dikin û bi van xercaneya xwe derdixin.
ŞOPA FÎŞEKAN TÊ GIRTIN
Di dema êrîşan de, ji ber hemû panoyên elektrîkê û tesîsatên avê xesar dîtine, kar û bar rastî zehmetiyan tên û ji ber vê avê bi xortomên ji deverên din dikişînin. Li dîwaran şop û qulên fîşek û guleyan pêşî bi sewaxê, paşê jî bi boyaxê tên girtin.
Malbatên ku avakirina malên xwe temam kirine, li gel tunebûna ceryan û avê jî, vedigerin malên xwe. Kesên vedigerin malên xwe, karê wan ê ewil çêkirina tenûrê ye. Li tenûrên ku li taxan bi awayekî hevpar hatine avakirin, tim nan tê pihêtin.
MALA XWE AVA KIR LÊ BI ŞIK Û GUMAN E
Dayika 9 zarokan Şukriye Akman a bi mehan dûrî mala xwe ma û piştî têlên rêsayî bi paş ve hatin kişandin vegeriyan mala xwe, tîne ziman ku dema ew vegeriyane wan mala xwe nas nekiriye. Akman, diyar dike ku ev 20 roj e hewl didin mala xwe ji nû ve ava bikin.
Akman, dibêje wan heta niha ji bo avakirin 20 hezar TL xerc kiriye û diyar dike ku, şik û gumana wan ew e ku, piştî avakirinê mala wan bê rûxandin. Akman şik û gumanên xwe wiha tîne ziman: "Me nêzî 20 hezar TL mesref kir. Me evqas mesref kir, lê hîn jî em nizanin dê xera bikin an xera nekin. Em nizanin planên wan çi ne. Her şev dema em serê xwe datînin ser balîfê, em ditirsin ku mala me ava kiriye bê rûxandin."
‘TEKANE SERWETA MA MALÊN ME YÊN MAYÎ YE'
Akman, dest nîşan dike ku ji bo rûxandinê rayedar agahiyê nadin xwdiyên avahiyan û diyar dike ku, biryar ji Enqereyê hatiye wergirtin û kepçe jî tên dirûxînin û wiha dibêje: "Ji şeveqê heta êvarî em tên li be rmalên xwe nobetê digirin. Baran dibare, em li ber sermayê radiwestin. Em li ber agir xwe germ dikin. EM di van zor û zehmetiyan de malên xwe çêdikin, lê bes bila neyên rûxandin. Tekane serweta me, malên me ne. Ji xwe neheqiyeke mezin li me hat kirin, bila zêdetir nekin."
Akman, diyar dike ku karker bi rojan dixebitin û zêdebûna dolar bandorê li her tiştî kriiye û wiha dibêje: "Ji ber dolar zêde dibe, her tişt zemê dixwe. Karker bêtir pereyan dixwazin, malzemeyên înşeatê zêde buha bûne."
Dicle Muftuoglu / Aynur İnedi - dîhaber