SEMSÛR- Pezkoviyên Semsûrê bi îhaleyê difiroşin nêçîrvanan. Welatiyên li herêmê, li dijî nêçîra qanûnî ya pezkoviyan bertek nîşan didin.
Pezkoviyên li herêma qelaçî ya Tûrdereya Semsûrê dijîn, ji ber berfa zêde di warê dîtina êm de rastî tengasiyan tên û ji ber vê xwe bera gundên hairdor û keviyên rêyan didin. Pezkoviyên ku li navçeya Çêlikan dema tên dîtin, di dema lêgerîna êm de dibin hedefa nêçîrvanan. Niştecihên gundê Baglicayê yên di warê xwedîkirinê de alîkariya pezkoviyan dikin, li dijî nêçîra qanûnî û derqanûnî ya pezkoviyan bi bertek in.
Gerînendeyê Şaxa Parkên Netewî ya Semsûrê İsmaîl Kozan diyar kir ku, her sal ew bi awayekî nîzamî xebatên envanterî dikin, li gor encamên envanterê hejmara tekeyan ên tên diyarkirin, ji bo bên îhalekirin di çarçoveya turîzma nêçîrê de ew ji wezareta têkildar e dişînin û li xwe mikur hat ku, pezkoviyan difiroşin nêçîrvanan. Kozan, anî ziman ku li gor encamên xebata envantera Kanûna 2016'an li herêmê 3 hezar û 92 pezkovî hebûn. Kozan, anî ziman ku ji bilî nêçîra turîzmê ya pezkoviyan, nêçîra wan qedexe ye û diyar kir ku, ji nêçîra ku ji bilî vê tê kirin cezayê pereyê îdarî û tazmînatê tê birîn û got, nêzî 15 hezar TL cezayê pereyî tê sepandin.
Kozan, diyar kir ku zivastê ji ber heywan birçî dimînin dadikevin keviyên rêyên sereke û xwest, welatî bi hestiyarî nêz bibin û xesarê nedin heywanan. Ji niştecihên gundê Baglicayê Ali Çokguler ê 60 salî, got ew dixwazin nêçîra qanûnî jî bê qedexekirin û wiha axivî: "Tên li heywanan didin, lê belê em nizanin ji kuderê tên. Em naçin çiyê û nadin dû jî. Di van mehan de heywan tên van deran û diçêrin. Li gel xesarê didin me jî, em xesarê nadin wan. Di dema bax û baxçeyan de, li gel xesarê didin baxçeyên me jî lê em xesarê andin wan. Carinan di nav baxçe û zeviyan de ne jî, lê em dîsa tiştekî bi wan nakin."
JI DERVEYÎ WLEAT TÊN
Memet Ali Çokguler jî got, ji gundên herêmê tu kes xesarê nade pezkoviyan û anî ziman ku, ji bo neyên nêçîrkirin divê dewlet tevdîran bsitîne. Çokguler, anî ziman ku qesdkirina canê heywanan ne tiştekî rewa ye û diyar kir ku, li gor wan bihîstiye biyaniyên ku ji derveyî welat tên di çarçoveya nêçîra qanûnî de li herêmê wan nêçîr dikin.
DEMA TEKE BÊ KUŞTIN MA DÊ ÇÊLIK ÇI BIKE
Ji niştecihên gundê Baglicayê Ensari Uzun (48), diyar kir ku demeke dirêj e pezkovî li herêmê dijîn û îdia kir ku, di warê têkoşîna nêçîrvaniya qanûnî de rayedar baş tevnagerin. Uzun, dest nîşan kir ku li gel nêçîra qedexe, nêçîra qanûnî jî ji bo pezkoviyan talûke ye û wiha got: "Bi qasî em dizanin, li ser esasê fealiyetên nêçîrvaniyê didin fîrmayan. Ev fîrma jî tên ji nav heywanan tekeyên herî baş nêçîr dikin. Niha tekeyên van heywanan, yanî yên mezin tune bin dê çêlikên wa niakribin di nav berfê de tevbigerin. Teke, li pêş van heywanan dimeşin, rê ji wan re vedikin û êm ji çêlikên xwe r epeyde dikin. Dema teka jî bên nêçîrkirin, dê heywan rastî her cure talûkeyê bên."
Haci Yusuf Topaloglu-dîhaber