AMED - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş piştî hat binçavkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş, di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Amedê de şevê din li mala xwe hat binçavkirin. Beştaş, di saetên serê sibê de bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh Ceza hat kirin. Heyeta dadgehê piştî îfadeya Beştaş guhdar kir, bi şertê kontrola edli serbest berda.