Ji bo çûyîna Ewropayê Muhammed rastî astengiya raporê tê

ÊLIH - Muhammed ê ji ber nexweşîna xwe nikare derkeve derve, dixwaze biçe Ewropayê. Lê belê, di 6 rojan de li gel li Amedê û Êlihê li 4 nexweşxane û 15 bijîşkan geriya jî, 'rapora rewşî' ya ji bo biçe Ewropayê wernegirt.

Malbata Abdulmecîd a 4 sal berê ji ber şer, ji Qamişloya Rojavayê derbasî Herêma Kurdistana Federal bû, ji bo tedawiya zarokê xwe Muhammed (8) ê ji ber nexweşîna progeria ya ji dema welidînê wek mirovên extiyar dixuyê, bikin, 8 meh berê berê xwe dan Êlihê. Dayika Şîrîn Abdulmecîd got, ew li Taxa Îluhê ya Êlihê bi cih bûne û ji ber rewşa wan î aborî, heta niha wan nikaribûye Muhammed li nexweşxaneyake tam teşekulî tedawî bikin. Muhammed, ji ber zarokan nikare derkeve derve û nikare biçe dibistanê. Ji ber vê yekê dixwaze biçe Ewropayê.

JI BER NIKARE 'RAPORA REWŞA TENDURISTIYÊ' WERGIRE, DÊ MEHEKE DIN JÎ BISEKINE

Dayik Şîrîn Abdulmecîd, got ji bo Muhammed biçe Ewropayê û li nexweşxaneyeke tam teşekulî bê tedawîkirin divê 'Rapora Rewşa Tenduristiyê' wergire û wiha axivî: "Ji ber em li Tirkiyeyê penaber in, yanî ji Rojavayê hatine, dê rapora tendurostiyê mehek şûnde derkeve. Me jî rewşa tenduristiyê ya Muhammed li ber çavan girt û bêyî em li benda raporê bisekinin, me dosyeya Muhammed bi rêya Komeleya Piştevaniya Bi Penaber û Koçberan (SDGG-ASAM) re ji yekeya penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand. Niha em li benda biryara NY'yê ne."

ÇÛ 4 NEXWEŞXANEYAN û 15 BIJÎŞKAN LÊ BELÊ...

Bav Azad Abdulmecîd jî diyar kir ku, ji bo ew rapora rewşa tenduristiyê ji Muhammed re wergirin wan di 6 rojan de li Êlih û Amedê serî li 4 nexweşxaneyan û 15 bijîşkan daye û wiha domand: "Heta niha me tu encam wernegirtin û em mecbûr man vegerin Êlihê. Em çûn Nexweşxaneya Herêmê ya Dewletê ya Êlihê, Nexweşxaneya Zarok û Jinan a Êlihê, Nexweşxaneya Zarokan a Amedê û Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê 240 Tl ji me wergirt."

‘DAXWAZA ME TENÊ DEMILDEST WERGIRTINA RAPORÊ YE'

Dayik Şîrîn Abdulmecîd, anî ziman ku ew ji bo raporê bi rojane li nexweşxaneyan digerin û wiha got: "Tenê daxwaza min ew e ku em raporê wergirin û kurê min demildest biçe Ewropayê. Wekî din tiştekî naxwazim."

‘DIXWAZIM LI EWROPAYÊ BAŞ BIBIM Û BIÇIM NEXWEŞXANEYÊ'

Muhammedê biçûk jî diyar kir ku, ew dixwaze demildest biçe Ewropayê û wiha axivî: "Dixwazim biçim Ewropayê û tedawî bibim. Heke tedawî bibim, dê careke din zarok henekên xwe bi min nekin û ez ê bi vî awayî biçim dibistanê. Çimkî, zaf dixwazim biçim dibistanê û baş bibibim."

KAMPANYA DIDOME

Ji aliyê Komeleya NudaySyria di ser malpera Amerika’da LaunchGood de ji bo Muhammed kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. Kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin dikarin di ser malpera “LaunchGood” re alîkariyê bikin.