Xançepek berê dîrok bû, niha bû çîrok

AMED - Taxa Xançepekê ku bi hedefa tang û topan, piştî hat dorpêçkirin û kolan li mirovan hat qedexekirin wêneyê wê yê herî dawî derket holê. Taxa Sûrê ya herî navdar Xançepek-Gavur (Hasirli) ku bi kolan, civak, mîmarî û jiyana gelê herêmê xweser bû kevir li ser kevir nemaye. Taxa ku heta salek berê hezar û 500 malbat lê diman, niha li taxê tenê 44 avahî tên sazkirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina kolanan herî dawî di 2'ê kanûna 2015'an de dest pê kir û heta 103 rojan qedexeya derketina kolanan, dorpêç û êrîşên bi tang û topan berdewam kir. Piştî 10'ê Adara 2016'an operasyon bi dawî bûn û ji wê demê heta niha qerakirina kolan, mal û mîmariya Sûrê berdewam kir. Li 6 taxên Sûrê yên dîrokî heta niha xerakirin domeme û kevir li ser kevir nemaye. Ji bo bi temamî bê mirov bihêle tang û topên TSK’ê tevahiya xaniyan ten berh topan û rûxandin. Piştî hemû xaniyên taxan derb xwarin jî vê carê bi kepçe û dozerên DSÎ tev xera kirin û kavilên wan avêt çemê Dîcleyê. Lijneya Wezîran piştî biryara "Îstimlakirina Lezgîn" xanî û avahiyên mayî jî yek biyek xerakirin û her der dem û dûz kir. Piştî hilweşîne weneyê halê dawî belav bû.

HETA NIHA SÛR NEKETIYE VÎ HALÎ

Taxa Xançepek-Gawir (Hasirli) ku bi mimariya avahiyên xwe, kolan û kuçeyên xwe, cîrantî û civakîbûnê xwedî and, dîrok û baweriyek ku dinava hev de hatiye hûnandin bû. Li kolanê bêhna bawerî, jiyana kevnare, civak, çand û keda hezar salan a gelan belav dibû. Taxa dîrokî ku bi her awayî dirokek xweser bû wêneyên wê yên dawî gihiştin dest. Taxa herî mezin û herî kevn Hançepek, ku berê hezar û 500 malbat lê dijiyan, niha kevir liser kevir nemaye û her der dem û dûz bûye. Dîsa taxa tenişta wê Fatih Paşa jî dem û dûz bûye.

TENÊ MIZGEFT LI SER PIYAN E

Taxa ku bi civak, mîmarî û baweriyê cihekî mozaîk bû, niha êdî tu tişt li şopa wê nemaye. Niha li taxê tenê Mizgefta Arap Şeyh li ser piyan maye. Li aliyê din qereqola ku berê dêr bû piştre kirin dibistan û niha kirine qereqol jî li ser piyan e. Dêra Katolîk a Ermeniyan û Dêra herî mezin a Rojhilata NAvîn Surp Giragos jî dîwarê wan tev hatine hilweşandin. 17 warên tescîllî yên li pêş dêrn jî tev hatine rûxandin û tiştek nemaye. Nêviyê muzeya Mehmet Uzun, perçeyek ji Hemama Paşa hatiye hilweşandin. Li Sûrîçî li qada 605 parselan ji hezar û 200 avahiyên bi tescîl, molozên 50 avahiyan bi kamyonan ji nava navçeyê derxistine.

LI TAXA KOLAN LÊ TUNEYE KOLAN QEDEXE NIN

Li taxa ji ber hilweşandinê kolan û avahî nemane, hêj "Qedexeya derketina kolanan" didome. Li gorî agahiyên Midûriyeta Bajarvanî û Derdorê ya Amedê heta niha zêdeyî 3 hezar xanî hatine rûxandin. Xaniyên hatine rûxandin tevî alav û amûrên malan bi kamyonan tevî kavilan li Zeviya Zanîngeha Dîcleyê li tenişta Çemê Dîcleyê vala kirine. Niha der û dora molozan ji aliyê polîsan ve tên parastin.

VEGERA SÛRÊ HAT QEDEXEKIRIN

Li taxên ku derketina kolanan lê hatiye qedexekirin serê hemû kuçe û kolanan bi blokên beton hatine girtin. Li taxên qedexe didome ketina rojnamegeran jî qedexe ye. Welatiyên ku berê bi sedan salan li vir dijîn nikarin vegerin kolan û taxa xwe. Her çen daxuyaniya "Operasyon xelas bû" hat dayîn jî dîsa qedexeyan berdewam kir û Sûr di çarçoeya zagona hêjmar 6306'an de wekî qada bi rîsk hat îlankirin. Lijneya wezîran der barê 6 hezar û 300 parselan de biryara "Îstimlakirina Lezgîn" da ev biryar di 25'ê Adarê de di rojnameya fermî de hat weşandin. Li navçeya ku 7 hezar û 742 parsel lê heye, ji sedî 80 hat îstîmlakkirin. Bi vê biryara îstîmlakê xwediyê milk jî bê cih û war man.

LI ŞÛNA NEXWEŞXANE Û DIBISTANAN QEREQOL AVAKIRIN

Wezareta Bajarvanî û Derdorê Plana Îmarê ya Cemaweriyê li ber çavan negirt û gelek war û malên ku diviya bû bihatana parastin, di çarçoveya veguhestandina bajarvaniyê de xera kirin û li şûna wan qereqol ava kirin. Li taxa Hasirli li şûna Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê û Navenda Tenduristiya Gel Qereqola ku ji 3 hezar û 500 metrekare pêk tê dê ava bikin. Li taxa Cemal Yilmaz li şûna 30 konutan qereqolek, li Taxa Îskender Paşa li şûna parka zarokan û 20 konutan qereqolek, li Taxa Ali Paşa li şûna 3 malên tescîlli û 24 avahiyan dê qereqolek bê avakirin. Dîsa li taxa Fatih Paşa li şûna Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazif ku berê dêr bû, parka tenişta wê û 2 mal hatin xerakirin û dê li şûna wê qereqol bê avakirin. Ev qereqol dê wekî pêvekên Qereqola Çarşiyê, Qereqola Mardinkapi û qereqolên Kolana Melik Ahmetê dê bên avakirin. Dîsa li kolanên cuda 13 nokteyên kontrolê hatine avakirin. li navçeyê 15 kuleyên çavdêriyê û 38 nokteyên mobese hatine avakirin.

QEREQOL LI CIHÊ STRATEJÎK TÊN AVAKIRIN

Wezareta Bajarvanî û Derdorê li navçeya ku şopa dîrokê lê nemaye, plana xwe ya nû aşkere kir. Tê gtin ku dê li qadên stratejik û cihên ewle qereqol bên avakirin. Ji bo ewlehiya navxweyî hem dinavbera qereqolan de û hem jî di nava taxan de dê rêyên fireh bên avakirin. Li gorî planê dê 17 avahiyên bi tescil û 42 avahiyên dîrokî bi giştî dê 976 avahiyên din bên xerakirin.

ŞÛREYA DEWLETÊ DENGÊ XWE JI HILWEŞÎNÊ RE NEKIR

Li dijî biryara Lijneya Wezîran a Îstimlakkirinê Baroya Amedê serî li rayedarên hiqûqê dabûn û doz vekiribû. Piştî serlêdana Baroya Amedê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar biribûn Dadgeha Îdarî. Odeya Endezyar û Mîmaran û Vakifan Komeleya Jiyandin û Parastina Sûrê û 750 malbatên Sûrê li dijî biryarê bi hinceta 50 hezar mirov ji cih û warê xwe bûye serî li Şêwira Dewletê dabûn. Lê Şêwira Dewletê li hemberî van serlêdanan û hilweşînê bêdeng ma. Şewira Dewletê hemû serlêdan red kir û rê li pêşiya hilweşînê vekir.

WEZARETA BAJARVANIYÊ BI 40 HEZAR TL DISTÎNE TOKÎ 140 HEZARÎ DIFIROŞE

Berê walî xwest li hemberî pereyan şêniyên Sûrê îkna bike û pereyê hasarê bide wan. Lê şêniyên Sûrê ev daxwaza welatiyê red kirin. Wezareta Derdor û Bajarvaniyê jî komîsyona iknayê avakir û xwest malan li hemberî 40 - 50 hezar TL ji welatiyan bistîne. Welatiyan bertek nîşani vê daxwaza komîsyonê dan. Malbatên ku xaniyên wan hatin xerakirin û li şûna xaniyê wan pereyekî kêm didin wan amadekariay pêvajoya hiqûqî dikin. TOKÎ jî plan dike ku 5 hezar û 637 konutên ku li dervê Amedê avakirine, her konûtekê bi 140 hezar TL bifiroşe welatiyan. Wezaret xaniyê welatiyan bi 50 hezar TL ji malbatan distîne û TOKÎ jî xaniyê bi 140 hezar tl difiroşe wan û dixwaze wan di bin deynan de bihêle.

Hem cih û warên çandî, dirokî û civakî yên welatiyan ji destê wan çû, hem jî li şûna xaniyên dîrokî û çandî yên bi kevirên bazalt û fireh malên tokî yên li hemberî sır û sermayê nayên parastin û didin welatiyan. Li şûna nexşeya dîrokî û çandî ya kolan û kuçeyên biçûk ên 3 metre kolanên 35 metrelik tên avakirin û bi tevahî nexşeya sûrê ji holê radibe.

Lezgin Akdeniz - dihaber