ÎZMÎR - Li Îzmîrê, Îstasyona Trênê ya Karşiyakayê di meha Kanûnê de Gerînendetiya Herêma 3'yemîn a TCDD a Îzmîrê ew derxistibû îhaleyê, lê piştî bertekên welatî û şaredariyê pêvajoya îhaleyê hatibû rawestandin. Şaredariya Karşiyakayê, Hewldana Jiyana Xweza û Çandê û welatî dixwazin avahî wek muzeyê bê bikaranîn.
Li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, Îstasyona Trênê ya Karşiyakê ku temenê wê 2 qirn in, di meha Kanûnê de Gerînendetiya Herêma 3'yemîn a TCDD a Îzmîrê ew derxistibû îhaleyê. Hatibû plankirin ku îstasyona trênê dê heta dawiya 2021'ê ji bo kafe û restorantê kirêyî kargeheke bihatana kirin. Ji bo îstayon a ku 572 metrekareyê wê girtî û hezar 754 metrekareyê wê jî vekirî, mehane 34 hezar TL kirê dihat xwestin. Lê belê, piştî gelê Karşiyakayê bertek nîşan da pêşnûma ji aliyê Wezareta Gihanî, Behrevanî û Pêwendiyê hatibû rawestandin.
Gelê herêmê û şaredarî jî dixwazin îstasyona dîrokî wek muzeyê bê bikaranîn.
DI BIN NAVÊ RESTORASYONÊ DE RAÇÎNGA WÊ YA DÎROKÎ HAT TAXRÎBIRIN
Dîroka îstasyona ku tê fikirîn dê bibe muze, xwe dispêre salên 1800. Di dîroka rêhesiniyê de guhastina kombîneyî cara ewil li Karşiyakayê pêk hat û bi trêna Banliyo, tramvayên hespî sepandina bilêtan li vir cara ewil di 1903'yan de dest pê kir. Ji bo restorasyona trêna ku temenê wê 200 sal e, di xebatên di sala 2013'an de hatin kirin de raçînga dîrokî ya Îstasyona Karşiyakayê hat binpêkirin û hin beşên wê yên hundurîn hatin rûxandin û her wiha ev texrîbat di wêneyan de bia wayekî aşkere dixuyê.
SEROKÊ ŞAREDARIYÊ JÎ DIXWAZE BIBE MUZE
Li gel daxwaza gelê herêmê, Serokê Şaredariya Karşiyakay Huseyin Akpinar jî dixwaze îstasyona dîrokî wek muzeyê bê bikaranîn. Akpinar di daxuyaniyeke xwe ya têkildarî îstasyonê de wiha gotibû: "...Werin em ji vê şaşiy vegerin. EM protokolek çbikin, pêşnûmaya vir bi hev re çêbikin, bi hev re bi rê ve bibin. Pşnûmaya wê ya mîmarî biguherînin û wek muzeyeke vekirî, girtî tescîl bikin. Em vir dubare ji cemaweriyê, ji gelê Karşiyakayê re bihêlin."
'DÊ NIRXEKÎ ME YÊ DIN Ê DÎROKÎ WINDA BIBE'
Ji niştecihên Taxa Donanmaci ya îstasyona trênê lê ye Nehir Bilece, got bîranînên zarokatiyê yên gelek kesî li vê îstasynê hene. Bilece, got dema nrixên dîrokî bi mebesta rantê dibin rojev ev wan nerihet dike û wiha domand: "Li herêma Karşiyakayê qada dîrokî nema. Sala çûyî Komeleya Li Dijî Jana Ziravê hat rûxandin. Li şûna wê wargeha keçan hat çêkirin. Heke vê derê jî ji bo restorant, kafe û tiştên rantê veguherînin, dê nirxeme me yê din ê dîrokî bê windakirin. Emd ixwazin ev der wek muzeyê bê bikaranîn."
'JI BO XWE BIGIHÎNE NIFŞÊN NÛ DIBÊ BIBE MUZE'
Berdevkê Hewldana Jiyana Xweza û Çandê Ahmet Karaçorlu, dest nîşan kir ku mîmarî û taybetmendiyên îstasyonê wê demê zaf binirx bûn û got, piştî Komarê ji bo gihaniyê dihat bikaranîn. Karaçorlu, dest nîşan kir ku divê li bajêr cihên wis abên belgekirin, pasratin, da xwe bigihînin nifşên nû jî. Karaçorlu diyar kir ku gelek deverên hatine restorekirin dewrî turîzm û sektora şahiyê hatine kirin û îdia kri ku hîn jî xetereya rantê li cihên dîrokî didome û wiha dest nîşan kir: "Pêvajoya îhaleyê hat betalkirin. Lê belê ji bo dubare derxînin îhaleyê hat betalkirin. Em wisa difikririn ku ji bo îhaleyeke din û teslîmiyeteke ewleyî dane arwestandin. Yanî ji ber qenciyekê, ji bo kesîdeyîkirinê dewrî destên têkûz bikin û hin puruzan sererast bikin dane sekinandin. Ji ber vê divê hayê mirov ji vê hebe."