AMED - Malbat û parêzerên Ceylan Onkol a 12 salî ku bi topbarana leşkeran hat kuştin û DMME'yê serlêdan red kir, dê serî li Daîreya Bilind a DMME’yê bidin.
Li gundê Şenlîk a navçeya Licê ya Amedê di 28’ê Îlona 2009’an de zaroka bi navê Ceylan Onkol dema pez diçêrand leşkeran ji qereqola Tapanttepe top avêtin û jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna derbarê qetilkirina Ceylan de hatî vekirin piştî li dadgehên Tirkiyê encam negirt parêzeran jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayî (DMME) dan. DMME ji heman encama Tirkiyê derket û bi hinceta “Binpê kirina mafê jiyanê tûne ye” serîlêdana Onkol red kir. Parêzera malbata Onkol Rehşan Bataray destnîşan diyar kir ku pêvajoya hiquqê ya Onkol ji sala 2009’an ve destpê kir. Baratay, da zanîn li dadgehên Tirkiyê encam negirt û got ku herî dawî DMME'yê ji biryara neyînî encam bû.
‘OTOPSÎ JI QEREQOLA CENDERMEYÎ PÊK ANÎN’
Bataray, anî ziman ku ji ber ku ew ji dadgehên Tirkiyê encam negirtin serî li DMME'ê dan û wiha axivî: “Li gel hemû zordestiyan dozger û cenderme neçûn cihê bûyerê. Malbata Onkol û gundî çûn cihê buyerê û parçeyên laşê Ceylan kom kirin û birin Qereqola Cendermeyî. Dozger bi hinceta ewlehiyê ne çû cihê bûyerê û otopsiyê jî Qereqola Cendermeyî pêk anî. Hemû serîlêdanên me yên dozgeriyê jî hat redkirin.”
‘LÊPIRSÎN JI ALIYÊ GUMANBARAN VE HAT MEŞANDIN’
Bataray, bi lêv kir ku lêpirsîn bi biryara veşartinê destpê kir û wiha pê de çû: “Demek dirêj em negiştin naveroka lêpirsînê. Piştî ku biryara veşartinê hat rakirin hat zanîn ku lêpirsîn ji aliyê cendermeyan ve hatiye meşandin. Ev jî bû sedema windabûn û weşartina nîşaneyan. Ji aliyê din di raporên hatî amadekirin de tê îdeakirin ku parçeya destê Ceylan de tekîn pêk hatiye. Daxwaza me ya ji aliyê kesên bêaliyan ve lêkolîn meşandinê jî hat redkirin. Ji aliyê Pisporê Tipa Edlî Ûmît Bîçen ve raporek bêalî hat amadekirin lê ev jî li ber çavan ne hat girtin. Ev rapor jî nîşan da ku Ceylan ne di encama tekîna parçeya destê wî de jiyana xwe ji dest daye.”
‘BERPIRSYARIYA DEWLETÊ HEYE’
Bataray, destnîşan kir ku DMME'ê ji bi îdea û hincetên dozgerên Tirkiyê biryar daye û axaftina xwe wiha domand: “DMME li gel şahidên bûyerê û rapora bêalî serîlêdana me red kir. Dibe ku Ceylan di encama teqîna parçeya destê wî de jiyana xwe ji dest dabe dîsa berpirsyariya dewletê heye. Ji ber ku dewlet neçare ku heremê ji parçeyên teqînê paqij bike. Ji ber vê yekê em ê serî li Dadgeha Bilind a DMME'ê bidin.”
Ozgur Paksoy/Azîz Oruç - dihaber