Endamê meclîsa DBP’ê di wesayîta xwe de mirî hat dîtin

WAN - Endamê meclîsa şaredariya Sarayê Burhan Ozevlî ku 9 roj bû agahî jê ne dihat girtin di wesayîta xwe de mirî hat dîtin.

Endamê meclîsa şaredariya Sarayê yê DBP’ê Burhan Ozevlî, dema ji bo karekê Ji Wanê çû Gurgumê û venegeriya di wesayîta xwe de mirî hat dîtin.
Ozevlî di 13’ê Çileyê de bi wesayîta xwe ya taybet ji bo karekê xwe çûbû Gurgumê, di 19’ê Çileyê de ji malbata xwe rediyar kiribû ku ew ji Gurgumê ber bi Wanê e derketiye rê. Malbata Ozevlî ji ber agahînegirtina ji Ozevlî serî li Midûryeta Polîsan a Bajar da û piştre jî çûn Gurgumê.

Hat diyarkirin Ozevlî saetên şevê de di nava sînorê Gurgumê de, di wesayîta xwe de mirî hatiye dîtin û mirina Ozevlî dê piştî karen otopsiyê diyar bibe.