AMED - Parlamentera HDP’ê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîna ku li Amedê derbarê wê de hatibû vekirin şeve din li Afyonê hat binçavkirin. Agahiya ku Kaya birine ku derê nadin parêzer û parlamenteran.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya şevê din li Afyonê hat binçavkirin û Kaya hêjî ne anîna Amedê. Ji parêzerên Kaya re ku xwestin derbarê wê de agahî bigirin çûn Midûryeta Polîsan a Amedê re hat gotin ku Kaya hêjî ne anîne Amedê û bi binceha “ewlehiye” ji parêzeran re hat gotin ku birine kuderê.
Parlamentere HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr û bi Midûryeta Polîsan a Afyon û Îzmrê re hevdîtin pêk anî diyar kir ku Kaya ne li herdu midûryetan e.
Tê texmînkirin ji ber rewşa hewayê ku balefir nikarin bên Amedê, ji bo Kaya bînin Amedê li balefirgeha Îzmîrê tê rawestandin.