Li Wanê malek di bin aşûtê de ma

WAN - Li taxa Çamli ya Rêya Armûşê malek di bin aşûtê de ma.

Li taxa Çamli ya Rêya Armûşa Wanê mala welatiyê bi navê Nurettîn Katilmiş ê ku li ber peravên çiya bû di bin aşûtê de ma. Ji ber aşûtê banê mal û ambarê hatin xwarê û dîwarên malê kelişîn. Di mala ku tiştek bi kesekê nehat de ziyana madî çêbû. Xwediyê malê Nurettîn Katilmiş, tirsa ku jiyane bi gotinên “Aşût hat em gelek tirsiyan, em zu derketin ber deriye malê, me lê nêrî aşût ketiye ser banê malê. Di mala me de ziyan derketin lê şikir ji Xwedê re tiştek bi kesekê ne hat” anî ziman.