AMED - Hevşaredarê Karazê Affullah Kar ê Walîtiya Amedê erka wî ji destê wî girtîbû tevî 3 kesan hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevşaredarê Karazê Affullah Kar ê ji aliyê Waliyê Amedê ve ji peyvirê hatibû girtin li mala xwe hat binçavkirin. Tevî Kar 3 kesên din jî di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Hevşaredar Kar û 3 kesên din bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Karazê.