COLEMÊRG - Li herêma Oremarê ya Navçeya Geverê hat îdîakirin ku cerdevanê ku tevî leşkeran derket operasyonê bi çeka xwe, întîhar kir.
Li herêma Oremarê ya navçeya Geverê li çoltara Dibicekê operasyona leşkerî demek dirêj e didome. Hat zanîn ku cerdevanê beşdarî operasyonê bûye bi çeka xwe întîhar kiriye. Der barê agahiyên berfireh ên întîhara cerdevan de agahiyên berfireh nehat zanîn.