Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed: Herêm bi QSD’ê ewle ye

ENQERE - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmet diyar kir ku li Astanayê hesaba Tirkiyeye ya “xistina YPG’ê ya lîsteya terorê” pêk nehatiye û wiha got: “Şertên herêma ewle ya ku Tirkiye dixwaze tune ne. Ya rast û ewle herêmên di bin kontroka QSD’ê de ne ku jiyan têde tê afirandin.”

Geşedanên piştî hevdîtinên ji bo krîza li Sûriyeyê ku li paytextê Kazakîstanê Astanayê hatin kirin zêde dibin. Pêşnûmeya qanûna bingehîn a Rûsyayê ku dê de “xweserî” cih digire derket holê, serokê nû yê DYA’yê Donald Trump got “herêma ewle” û PYD dawetî Moskovayê hat kirin.

Tirkiye jî ku li Babê asê maye, Serokomar Tayîp Erdogan, bi gotinên “divê li Babê em pêşdetir necin” sînyala paşde vekişînê da. Hevsroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, derbarê hemû geşedanan de ji dîhaberê re axivî.

HEVPARÊN CIVÎNA ASTANAYÊ

Ehmed, diyar kir ku civîna Astanayê ji bo di navbera komên El Nusra û El Qaîdeyê de peymanan çêbikn û di nava van hêzan û rejîma Sûriyeyê de asgirbestekê avabikin hatiye pêkanîn. Ehmed, da zanîn ku ji ber hevparên civînê jî civîn bûye civîna leşkerî û wiha got: “Li herêmên ku ji ber îstîxbarat û leşkerî bi talûke tên dîtin, em nizanin ku dê balefirên leşkerî yên di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de çawa û di kîjan astê de rabin hewayê lê pêkanîna agirbestê ger bêhn bi gelê Sûriyeyê bide û şer bi dawî bike em jî vê dixwazin.

'KURDÊN BAŞ Û NEBAŞ ÊN TIRKIYEYÊ’

Ehmet anî ziman ku li ser daxwaza Tirkiyeyê ew dawetî civînê ne hatine kirin û wiha pêdeçû: “Li gorî hêzên wekî Tirkiyeyê kurdên baş û kurdên nebaş hene. Li gorî wan kurdên ENKS’ê başin û dikarin xizmeta wan bikin. Lê yên din kurdên ku bi Tirkiyeyê di nava nanokiyê de ne jî kurdên nebaşin. Difikire ku bi van kurdên ne baş re şer bike. Li gorî hinek zanistan daxwaza serokê heyeta muxalifan Muhammed Alluş a ‘bila YPG’ê bigirin lîsta terorê’ li ser daxwaza kurdên tevlî vê civînê bûne pêk hatiye. Plana ji bo kurdên baş ên tevlî vê civînê bûne diyare. Armanca wan ew bû ku biryara YPG’ê bixin lîsteya terorê bû. Ji bilî vê tu armancek din a wan tune bû. Ne ji aliyê leşkeri ve ne jî di aliyê siyasî de tu rolê wan li Rojava tune ye. Armanca wan ew bû ku bêjin ‘kurd jî hebûn’ û dîmenên ku bi kurdan re biryarê digirin bidin bû.”

PEŞNÛMEYA ‘QANÛNA BINGEHÎN’ A RÛSYAYÊ

Ehmed, derbarê pêşnûmeya ‘qanûna bingehîn a Sûriyeyê’ ku Rûsyayê di civîna Astanayê de amadekiriye de jî wiha got: “Pêşnûmeya qanûna bingehîn a Rûsyayê daxwaza me ye jî. Em jî dixwazin di şerê Sûriyeyê de çareseriyek pêk bê. Ger hewldanek Rûsyayê di vê mijarê de heye û dê bi rejîmê jî bide qebûlkirin ev dê gelek baş be. Em jî piştgiriyê didin. Di bingeh de daxwaza me jî ewe ku Rûsya riya çareseriyê bi rejîmê bide qebulkirine.”

‘ŞERTÊN HERÊMA TAMPON TUNE NE’

Ehmet da xuyakirin ku herêma tampon a ku Tirkiye israr dike şert û mercên wê tune ne û wiha domand: “Tirkiyeyê her tim herêmek tampon xwest, niha herêmên ku niha Tirkiye kontrol dike mînak Cerablus, wêneyên ku ji wir derketiye, polîsên di bin çavdêriya Tirkiyeyê de tên perwerdekirin û tekbîrê tînin, perwerdeya îslama radîkal a ji aliyê Tirkiyeyê ve li Cerablusê tê dayîn, şer û îstîkrarsibûna di navabera koman de dê çawa be? Çawa dê herêmek tamponê bê avakirin? Şert û mercên herêma tampon a ku Tirkiye dixwaze tune ne. Ya rast û bi ewle, herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ne ku li wab herêman jiyan lê tên avakirine. Ev dê di pêşerojê de baştir bê xuyakirin.”

‘DÊ PIŞTGIRIYA RÊBEVERIYA NÛ YA AMERÎKAYÊ BIDOME’

Ehmed, balkişand ser polîtîkayên rêveberiya nû ya Amerîkayê yên ji bo Sûriye û Rojava û wiha got: “ev rêveberiya nû jî baş dizane ku yekane hêza ku li dijî DAIŞ’ê di qadan de şer dike QSD ye. Biryara xwe ya şerê bi DAIŞ û terorê de daye. Ev tê wê wateyê de piştgiriya wan a ji bo QSD’ê û bi hêzkirina wan bidome. Ji bo pergalek demokratîk a nû bê avakirin, dê şerê îdeolojiyê bide, li herêmên me yên ku hemû aliyê civakê avakirine û pêngavên ku vana pêşde dibin dibinin.”

‘PARTIYÊN KURDAN BI ERÊNÎ BERÊ XWE DIDIN KONGREYA NETEWEYÎ’

Ehmed, bi van gotinan axavftina xwe bi dawî kir: “Ji bo îtifaqa din ava kurdan de bê çêkirin hemû partiyên kurdan ên li Sûriyeyê ‘kongreya neteweyî’ dixwazin. Ji xwe hemû partiyên kurdan bi erênî li kongreya neteweyî dinerin. Tene ENKS, ji xwe du sê partî vî navî bikartînin li derveyî vê nêrîna erênî mane.”

Selamî Aslan - dîhaber