XERPÊT - Barina berfê li Xerpêtê rêyên 383 gundan ji çûn û hatinê re girt.
Li Xerpêtê ku 2 rojin bê navber berf dibare, rêya 383 gundan ji çûn û hatinêre girt. Barîna berfê li hin cihan heta 40 santîmî bilind bû. Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber barina berfê rêyê 52 gundên navenda bajar, 87 gundên Qereqoçanê, 50 gundên Sivrice, 71 gundên Kovanciyan, 36 gundên Palo, 13 gundên Kebanê, 14 gundên Baskilê, 11 gundên Aricakê 37 gundên Madenê, 8 gundên Aginê û 4 gundên Alacakayayê bi giştî 383 gund têkiliya wan û bajar û navçeyan ji hev qut bûye.