ÎZMÎR - Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş ên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê daxuyanî dan û banga hestiyariyê kirin. Li ser navê Înîsiyatifê Selma Altan ani ziman ku girtîgeh bûne malên mirinê.
Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmirê li avahiya ÎHD'ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk anî. Înîsiyatifê û ÎHD'ê bi armanca balê bikşînin ser girtiyên nexweş Ergin Aktaş, Ahmedî Hamî û Yusuf Bulut ê 68 salî daxuyanî dan û banga hestiyariyê kirin. Li ser navê Înîsiyatifa Zindanan Selma Altan, daxuyanî da û diyar kir ku zindan bûne malên mirinê.
GIRTÎ NAYÊN DERMANKIRIN
Altan, diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirina mafan li girtîgehan gelek zêde bûye û wiha got: "Bi taybetî li Girtîgeha Tipa R a Menemenê girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtî rasti neeqî û bêhiqûqiyê tên. Gav bi gav ber bi mirinê ve diçin. Li girtîgeha Tipa R a Menemenê bi mehan e girtiyê ku destê wî tune Ergin Aktaş nayê dermankirin. Li gel ku nexweşiya KOAH'ê pêre çêbûye jî nayê dermankirin. Girtî Ahmedî Hamî ji herdu piyên xwe felç e û nikare tev bigere. Ji ber felçe di sandalyaya bi teker de tev digere. Li gel ku doktor dixwazin rojê 2 caran tedawiya fîzîkî bibînin jî nayên dermankirin. "
‘GAV BI GAV NÊZÎ MIRINÊ DIBIN
Altan, destnîşan kir ku dive Ahmedî Hamî bi lezgîn bê dermankirin û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê kalê 68 salî Yusuf Bulut nexweşên rêviya ye û êdî nexweşê doşekê ye. Bulut mehek berê anin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê û 24 saetan nikare ji nava nivinan derkeve. Em bang li raya gişti dikin ku hestiyar tev bigerin.