AMED - Xizmên windayan û ÎHD'ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Cavît Ozalp ê di 21'ê tebaxa 1995'an de li Bismilê di bin çavan de hate kuştin pirsîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmênwindalan li Amedê bi slogana "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 416'emîn çalakî li dar xistin. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin hilgirtin. Endamê Komînsyona Xizmên Windayan a ÎHD'ê Adnan Arhan di çalakiyê axivî diyar kir ku nêzî 9 sal in aqûbeta kesên ku hatine windakirin û bûne qurbanên kuştinên "kiryar nediyar" dipirsin û ew ê wekî parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan ligel hemû astengiyan jî aqûbeta windayan bipirsin.
'WINDA BELGE NE DIVÊ BÊN LÊKOLÎNKIRIN'
Orhan destnîşna kir ku 9 sal in li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu çalakî li dardixistin lê bi OHAL'ê re bi hinceta ewlehiyê çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê li dar dixin. Orhan destnîşan kir ku di nava 9 salan de tu kiryar nehatine darizandin û wiha axivî: "Em 9 sal in ji lidarxistina vî çalakiyê bêzar nebûne û em ê nebin jî. Em kiryaran nas dikin. Winda belge ne, ji ber vê yekê jî divê bên lêkolînkirin."
Piştre parêzer Hasan Yalçin çîroka Cavît Özalpê di 21'ê tebaxa 1995'an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û piştre hat kuştin parve kir.
Daxuyaniya xizmên windayan bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan ve bi dawî bû.