Wêneyê tabeleya 4 zimanî kişand hatin girtin

MÊRDÎN - Nivîskarê Kurd ê Îranê Jiyar Cihanferd û xwendekar Hassan Baladah ji ber li Mêrdînê wêneyê tabeleya şaredariyê ya 4 zimanî kişandin, bi îdîaya ‘keşifê dikin’ hatin girtin. Parêzer Necatî Çiray, diyar kir ku ji ber nasnameya wan sûcdar tên dîtin û dê îtîraza girtinê bike.

Xwendekarê bi navê Hassan Baladah ê Îranî ku ji bo di beşa Kurdolojiyê de lîsansa bilind bike di meha Kanûnê de hat Mêrdînê bi nivîskarê Kurd ê Îranî Jiyar Cihanferd re di 3’ê Çileyê de hat binçavkirin piştî 22 rojan di bin çavan de man bi îdîaya keşif kirine hatin girtin.

Nivîskarê Kurd ê Îranî Jiyar Cihanferd û xwendekarê bi navê Hassan Baladah dema bi xwendekarên li Beşa Kurdolojî ya Zanîngeha Artukluyê dixwînin Eyup Subaşi û Cîha Benek re li Mêrdînê digeriyan di 3’yê Çileyê de hatin binçavkirin. Piştî 22 rojan di bin çavan de man Eyup Subaşi û Cîhat Benek bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Hassan Baladah û Jiyar Cihanferd bi îdîaya keşif kirine hatin girtin.

Hassan Baladah ku ji bo tevlî ezmûna lîsansa bilind bibe di 28’ê Kanûnê de qeyda xwe li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê çêkir ji ber hat binçevakirin negihişt bikeve ezmûna xwe ya di 6’ê Çileyê de.

‘WÊNE WEKÎ DELÎLÊN KEŞFÊ NÎŞANDANE’

Parêzerê Baladah û Cihanferd Necatî Çiray, diyar kir ku têkiliyan van kesan bi rêxistinê re tune ye, ji ber nasnameya xwe hatine girtin û wiha got: “Yek xebatên wî li ser zimanê kurdî heye û ji bo lîsansê hatine Tirkiyeyê. Yê din ji bo bi weşanxaneyên li Tirkiyeyê re biaxive û pirtûkên wî hatine çapkirine. Dema li Mêrdînê geriyane gelek wêne û dîmen kişandine. Tabeleya şaredariyê ya bi 4 zimanan bala wan kişandiye û ji ber vê wêne û dîmenên wê kişandine. Wêneyê hatine kişandin wekî delîlên keşfe tên nişandan.”

‘LI SÛC HATIYE GERAN’

Çiray, da zanîn ku di dema binçavkirinê de destdanîne ser telefonên wan, hesabên wan ên tora civakî hatine lêkolîlkirin û wiha pêde çû: “Wêneyên şaredariyê xistine dosyayekê. Ji bilî wê hesabên wan hatine lêkolînkirin û îdîaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ lê hatiye zêdekirin. Ji ber nasnameya wan li sûcekê geriyane. Nivîskarê Kurd Jiyar Cihanferd pitûkên nivîsandine wekî delil pêşkêşî dadgehê kirin û em ê biryara dadgehê îtîraz bikin.”

ÇAPEMENIYÊ BEROVAJÎ KIR

Çiray, bi lêv kir ku di nûçeyên çapemeniya alîgirê AK Partiyê derketine de rastî hatiye berovajî kirin û wiha axivî: “Di sîteyên Mardin Life û yên wekî wê de diyarkirine ku van kesan wêneyên midûryet û walîtiyê kişandine. Tiştek wiha tune ye. Nûçe hatine berovajîkirin û hatine nivîsandin.”