Dayikên Şemiyê: Em tune nin lê îtîraza me heye

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 618’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Mehmet Şirin Maltu yê 17 salî pirsîn. Dayikan diyar kirin ku ew di Qanûna Bingehin de tune, lê îtîraza wan heye.

Dayikên Şemiyê bi armanca aqûmeta windayan bipirsin di hefteya 618’an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û pankarta “Fail diyar in, winda li ku ne?" vekirin û wêneyên windayan tevî qurnefilan hembêz kirin. Dayikên Şemiyê dîsa daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên Şemiyê vê hefteyê çîroka Mehmet Şirîn Maltû yê 17 salî ku li mezraya Zediya Kozlukê hatibû windakirin pirsîn. Di çalakiyê de ewil xwişka Hayrettin Eren ê di bin çavan de hat windakirin Îkbal Eren, axivî û xwest kujer bên dîtin û darizandin. Birayê rojnameger Nazim Babaoglu ê li Sîweregê hat windakirin Îrfan Babaoglu jî diyar kir ku ew bawer dikin dê mirovahî bi ser bikevin û windahiyên xwe bibînin.


Dayika Mehmet Şirin Maltu ê hat windakirin Sabriye Maltu jî wiha got: "Em gorên xwe dixwazin. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin. Heta ku em hebin bêyî em li ba, baran, berf û sermayê guhdar bikin em dê lêgerîna xwe berdewam bikin."

'EM DI QANÛNA BINGEHÎN DE TUNE NE'

Daxuyaniya vê hefteyê jî ji Mirovên Şemiyê Ozlem Dalkiran diyar kir ku 618 hefte ne li Qada Galatasarayê dengê xwe bilind dikin û wiha got: “Em dê heta dawî aqûbeta windayan bipirsin û heta dawî hesab ji kujeran bipirsin. Em de li dijî rêveberiya ku bêdeng e qerina xwe ya edalet, demokrasî û aştiyê bînin ziman. Rêveberiya ku xiztên windayan û civakê ji heqîqeta rastiyê dûr dixe, nikare me ji edalet û aştiyê bêpar bihêle û nikarin aştî û edaletê bi dest bixe. Dalkıran, anî ziman ku ew Qanûna Bingehîn ku ji heq û azadiyan dûr e îtîraz dikin û wiha got: "Em di guhertina vê qanûnê de tune ne. Tu xalên ku dawî li înkar û tundiya dewletê bîne tune ye. Em vê qanûnê îtiraz dikin. Leşkeran îşkence li Şirin Maltu kirin û piştre bi erebeye ew birin. Malbatê serî li Qerefola Bekirhan û Kozlukê dan, lê tu encam negirtin.
Dalkiran, dewlet neçar e windayan bibîne û berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Çalakî bi rûniştina bêdeng bidawî bû.