11 girtin û 11 binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di operayonên binçavkirin û girtinên li dijî HDP û DBP’ê de li Rihayê 11 kes hatin girtin û li Wanê jî 11 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Wêranşara Rihayê di encama serdegirtina malan a 23’yê Çileyê de 11 kes hatibûn binçavkirin, duh derxistibûn dadgehê û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Welatiyên bi navê Salih Înan, Celal Înan, Fevzî Guneş, Yaşar Guneş, Murat Esmeray û 6 kesên ku navê wan nehat zanîn piştî li midûryeta polîsan îfadeyên wan hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 11 kesên bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” sewqî dadgehê hatin kirin hatin girtin.

Li taxên Albayrak û Ugurlu yên Elbaka Wanê polîsan bi ser malan de girtin. Piştî lêgerina malan 10 kesên di nava wan de keya jî hene bi îdîaya “alîkarî dane rêzxistinê” hatin binçavkirin. 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.

AVAKARA VAKADÊ HAT BINÇAVKIRIN

Avakara Komeleya Jinên Wanê (VAKAD) a bi KHK’ê hat girtin aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe duh di saetên şevê de hat binçavkirin.

Ozgokçe ku li ser telefona ji wê re hatiye bi parêzerê xwe re ji bo îfade bide çû midûryetê, hat zanîn ji ber parvekirinên li ser tora civakî hatiye binçavkirin.

Ozgokçe piştî çû midûryetê li ser tora civakî peyama “Hevalno ligel min parêzer Helîn Ozgokçe heye. Ji bo muayeneyê dê niha min bibin doktor. Ji xwe ez dikuxim” parve kir.